​​​​​​​Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan qetilkirina hersê jinên fermandar şermezar kir

Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan a ji bo aştî û ewlehiyê hedefgirtina fermandar Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan şermezar kir û bang li jinan li cîhanê kir ku destekê bidin şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha soza berdewamkirina têkoşîna wan a li hember dagirkerî û qirkirina jinan da.

​​​​​​​Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan qetilkirina hersê jinên fermandar şermezar kir
29 tîrmeh, 2022   16:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan a ji bo Aştî û Ewlehiyêtêkildarî hedefgirtina fermandaran Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de însiyatîfê hate gotin, êrişa li ser fermandarên jin, asta tirsa dewleta Tirk ji hêza jinên birêxistinkirî ku ji bo pêşxistina xwe û xurttkirina hêza xwe da ku hêviyên xwe yên di aştî, demokratîk û azadiyê pêk bîne, diyar dike û got: “Em dibînin ku ew fermandarên şerê DAIŞ`ê kirine, dike hedef. Van jinan, zemîneke xurt a yekitiya jinan ava kir û tola jinên Êzidî, Asûr û Ereb hilanîn. Ev îsbateke din e ku dewleta Tirk û DAIŞ`ê durû yê diravekî ne ku navê wê teror e. Dewleta Tirk ji van êrişan armanc dike DAIŞ`ê vejîne ku QSD, YPG, YPJ`ê li şûna cîhanê bi giştî şerê wan kir.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: ''Êrişên rojane yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dike û dighêje asta sûcên şer û sûcên dermirovî. Ev êriş û binpêkirin di nava bêdengiya saziyên navneteweyî û hiqûqî yên têkildarî de û di nava bêhelwestiya hêzên garantor ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya tên kirin. Bêdengî cesaretê dide dewleta Tirk ku van sûcan pêk bîne û binpêkirin û hedefgirtinafermandarên pêşeng ên civakî, jin, zarok berdewam bikin mîna ku li Zaxo ya Iraqê pêk hatiye ku di encamê de bi dehan sivîlên Iraqê bûn qurbanî."

Her wiha însiyatîfê di daxuyaniyê de soza berdewamkirina têkoşîna li hember dagirkerî û qirkirina jinan da, da ku ewlehî û aştî pêk were. Însiyatîfê banga girtina qada hewayî ya Sûriyê û Iraqê kir.

Di daxuyaniyê de însiyatîfê bang li saziyên hiqûqî, mirovî kir ku erkên xwe yên mirovî û hiqûqî bînin cih. Her wiha bang li jinan û civakên azadîxwaz, aştîxwaz û demokrat kir ku piştgiriyê bidin berxwedana YPJ, şoreşa jinan li herêmê li ser bingeha baweriya wan ku şoreş a hemûyan e û têkoşîna wan beşek ji têkoşîna hemûyan û destkeftiyên hatine bidestxistin destkeftiyên hemûyan zêde dike.

 

(şx)

 

 

ANHA