​​​​​​​Meclisa Jinan: Koalîsyona Navneteweyî berpirsê şehîdxistina endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn e

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên ku dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û diyar kir ku Koalîsyona Navneteweyî, di serî de DYA, berpirsên şehîdxistina endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi dehan welatiyan in.

​​​​​​​Meclisa Jinan: Koalîsyona Navneteweyî berpirsê şehîdxistina endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn e
29 tîrmeh, 2022   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyeke ku tê de 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hebûn, li başûrê Eyn Îsayê, li nêzî kampa Til Semen a koçberên Girê Spî, bombebaran kir û di encamê de her çar şehîd bûn.

Der barê mijarê de, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da, êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker ku bi dijminê dîrokî yê ji gelan re tê nasîn, sûcên xwe li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya topbaranên li dijî bajar û gundan be, berdewam dike. Ji dema dewleta Tirk destwerdana leşkerî di 2016’an de li krîza Sûriyê kiriye, welatî û jinan bi balafirên bêmirov hedef digire. Di 28.07.2022’yan de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyeke ku tê de 4 fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hebûn, li başûrê Eyn Îsayê kir hedef, di encamê de şehîd bûn. Ew yek binpêkirina nirx, rêgezên mirovahiyê û hemû mîsaq û qanûnên navneteweyî ye."

Meclisê di daxuyaniya xwe de ev kiryar şermezar kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe li dijî kesên jiyana xwe xistiye parastina mirovahî û pêkhateyên herêmê, dewam dike. Lê ev sûc ji berpirsiyariya civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî, di serî de DYA’yê ye."

Meclisê da zanîn ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengên têkoşîna li dijî terorê ne, ji lew re dibin armanca mezin a dewleta Tirk a dagirker.

Meclisê di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û bi berpirsyariya xwe ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker rabe.

(fr)