​​​​​​​‛Tu hevdîtinên siyasî di navbera Rêveberiya Xweser, MSD û hikumeta Şamê de çênebûne’

Berdevkê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Kemal Akif diyar kir ku tu hevdîtinên siyasî di navbera Rêveberiya Xweser, MSD û hikumeta Şamê de çênebûne û got “Em li gorî rêgezên diyalogên nîştimanî tev digerin ku lihevkirineke sûrî-sûrî were mîsogerkirin."

​​​​​​​‛Tu hevdîtinên siyasî di navbera Rêveberiya Xweser, MSD û hikumeta Şamê de çênebûne’
29 tîrmeh, 2022   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî gotegotên der barê hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de got:

"Di demên dawîn de hin aliyan daxuyand ku hevdîtin di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û hikumeta Şamê de çêbûne û hinan ji wan behsa hevdîtin, şert û nuqteyên binakok kir. Hemwextî wê em dibêjin ku li gorî rêgezên diyalogên nîştimanî em tev digerin ku lihevkirin û îstiqrareke sûrî-sûrî mîsoger bibe. Di heman demê de em dibêjin tu hevdîtinên siyasî di navbera me û Şamê de çênebûne. Li Kobanê û Minbicê di çarçoveya peymana parastina sînor a 2019`an de peyman di navbera QSD`ê û artêşa Sûriyê de hene. Hemû gotegotên derveyî çarçoveya fermî ya Rêveberiya Xweser û MSD`ê, derew in."

(eh)