Xwendekarên Zanîngeha Bremenê peyameke piştgiriyê ji xwendekarên Zanîngeha Rojava re şand

Xwendekarên Zanîngeha Bremenê têkildarî şehîdxistina her sê fermandarên jin Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan peyamek ji xwendekarên Zanîngeha Rojava re şand û got: "Em piştgiriya xwe ji hevalên xwe yên xwendekarên Zanîngeha Rojava û civaka Rojava re dişînin."

Xwendekarên Zanîngeha Bremenê peyameke piştgiriyê ji xwendekarên Zanîngeha Rojava re şand
29 tîrmeh, 2022   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, xwendekarên Zanîngeha Bremenê peyamek ji xwendekarên Zanîngeha Rojava re şand.

Peyam wiha ye:

"Êrişa li ser zanîngeha we, di dema Konferansa Şoreşa Jinê de û di dema beşdarbûna we de, me bê ziman dihêle. Em bê ziman, xemgîn û bi hêrs in.

Axaftina Jiyan Tolhildan a di foruma jinan a di 10. salvegera Şoreşa Rojava de li ser me bandoreke kûr kir. Tiştê herî kêm ê ku em dikarin bikin ew e ku gotinên wê belav bikin û aşkere bikin kê jiyana wê bi dawî kiriye; dezgeha dewleta kolonyalîst a dewleta Tirk bi awayekî eşkere êrişeke baviksalarî kir. Armanca vê êrişê têkbirina dilê şoreşê û têkoşîna ji bo civaka azad  bû.

Bi vê êrişê dixwestin armanca pevguhertina azad a ramanan li Zanîngeha Rojava asteng bikin û bi zimanê terorê biaxifin.

Em qet nikarin texmîn bikin ka rewşa we çawa ye û sersaxiyên xwe yên kûr ji we re dişînin. Hûn di hiş û dilên me de ne.

Em spasdar in ku me fersenda pevguhertinê di vê serdemê de peyda kir û em karibûn bi vê munasebetê gelek tiştan ji we fêr bibin. Em dixwazin ji we re bibêjin ku em bi we re ne. Hûn ne bi tenê ne. Hûn ji bo civakeke azad şer dikin, lê hûn ji bo me hemûyan têkoşînê dimeşînin. Rêz û hurmeta me ji cesaret û hêza we re heye.

Em hevgirtî û piştgiriya xwe ji bo we hevalên xwe yên xwendekar û civaka Rojava nîşandin. Her wiha ji bo Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan û hemû şehîda  nîşan didin."