​​​​​​​Rûspiyên eşîrên ereban: Bi rêgeza şerê gel ê şoreşgerî dê êrişên Tirkiyê têk biçin

Rûspiyên eşîrên ereban li dijî planên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, banga rêxistinkirina civakê li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî kir.

​​​​​​​Rûspiyên eşîrên ereban: Bi rêgeza şerê gel ê şoreşgerî dê êrişên Tirkiyê têk biçin
29 tîrmeh, 2022   04:38
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, herî dawî 28'ê Tîrmehê li Eyn Îsayê erebeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir hedef, di encamê de 4 endamên hêzên ewlekariyê şehîd bûn, di 22`ê Tîrmehê de li ser rêya Qamişlo û Tirbespiyê 3 fermandarên jin ên QSD û YAT şehîd xistin.

24, 25 û 26`ê vê mehê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeyên Zirgan û Til Temir ên kantona Hesekê topbaran kirin, di encamê de ziyanên madî û canî çêbûn.

Dewleta Tirk a dagirker êrişî 31 gundên kantonê kirin. Di êrişî de malên welatiyan, navendên xizmetguzariyê û derdora baregeha Rûsyayê bi 458 guleyên moşekan hatin topbarankirin, di encamê de welatiyek şehîd bû û 9 jî birîndar bûn, ji wan du jin û du zarok bûn. Di heman demê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da û 3 şervanên Meclisa Parastina Xabûrê ya asurî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê rûspiyên eşîrên ereban ên kantona Hesekê diyar kir ku li hemberî van êrişan yekane verbijêrka wan berxwedan, têkoşîn, yekitî û sekna bi QSD'ê re di xendeqên berxwdanê de ye.

Şêxê eşîra El-Bû Muslim El-Abid a qebîleya Begara, Ewad El-Uqle anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker dijbertiya gelê Sûriyê dike, xaka Sûriyê hedef digire da temenê aloziya wê dirêjtir bike. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk siyasetên dermirovî û derexlaqî li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne, bi domdarî gefan dixwe û welatiyan dike hedef.

El-Uqle diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker vê dawiyê asta êrişên xwe zêde kiriye û wiha domand: "Tirkiye dixwaze hîn zêdetir xaka Sûriyê dagir bike û demografiya wan biguhere. Her wiha hewl dide yekitiya gelê Sûriyê xirab bike û bi wê re jî aloziya Sûriyê bi kar tîne da ku bi hêsanî herêmê dagir bike."

'TEVAHIYA PÊKHATEYAN DIKE ARMANC'

Rûspiyê eşîra Fadil a li navçeya Şedadê ya başûrê kantona Hesekê Menaf Reca jî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide qada projeya xwe ya mêtingeriyê berfireh bike, lewma sûcên qirkirinê li dijî gelê herêmê tevde pêk tîne. Menaf Reca da zanîn ku ev projeya terorîst cudahiyê naxe navbera pêkhateyên herêmê.

Hemwextî gefên dewleta Tirk a dagirker Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragihand, li ser vê jî QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn seferberî ragihandin û saziyên civaka sivîl jî ketin tevgerê ku parastina herêmê ji îhtîmala êrişên nû bikin.

Der barê rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de El-Uqle anî ziman ku hewcedariya demê bi yekitî û sekna bi QSD`ê re heye û got, li hemberî êrişên artêşa Tirk divê her kes erka xwe bi cih bîne û parastina welat ji êrişan bike.

Rûspiyê êla Şerabîn a bajarê Hesekê Mihemed Ubêd biryara rewşa awarte gaveke erênî nirxand û wiha axaftina xwe domand: "Divê her kes xwe li ser bingeha şerê gel ê şoreşger bi rêxistin bike. Di heman demê de hevgirtina civatê di vê qonaxê de dê mertla parastina herêmê be."

Ubêd bang li hemû eşîr û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku berjewendiyên xwe yên kesayetî deynin aliyekî û ji bo doza niştimanî bixebitin, da ku dawî li êrişên dewleta Tirk a dagirer ên li dijî herêmê werin. Her wiha got: "Em bi mezin, ciwan û zarokên xwe re di hemû mercan de bi QSD'ê re ne.".

Rûspiyê eşîra El-Fadil a li Şedadê Menaf Reca di dawiyê de piştgiriya xwe bi QSD'ê re anî ziman û got: "Em eşîrên herêma başûr li derdora hêzên xwe yên leşkerî yên QSD'ê re kom dibin, ku ji tevahî pêkhateyan pêk tê. Armanca QSD'ê parastina xak û rûmetê ye. Ji bo parastina destkeftiyên şoreşa me û rizgarkirina herêmên ku Tirkiyê bi desteka terorîstên DAIŞ, El-Nusra û Artêşa Niştimanî dagirkirine, em bi QSD'ê re ne."

(eh)

ANHA