Kampanyaya "Dem dema azadiyê ye" di qonaxa duyemîn de balê dikşîne li ser aliyên qanûnî

Endama Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ahîn Elî destnîşan kir ku divê li ser esasê qanûnên navneteweyî û Ewropayê dadgehek nû bê avakirin. Her wiha diyar kir ku kampanyaya "Dem dema azadiyê ye" di qonaxa xwe ya duyemîn de zêdetir li ser aliyên qanûnî disekine.

Kampanyaya "Dem dema azadiyê ye" di qonaxa duyemîn de balê dikşîne li ser aliyên qanûnî
29 tîrmeh, 2022   01:36
QAMIŞLO -SOLÎN EHMÊ

24 sal in dewleta Tirk a faşîst hem di warê fîzîkî û hem jî di warê hiqûqî de, mafên mirovan ên rêber Abdullah Ocalan bin pê dike ku di sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî dîl hatiye girtin.

Tevî bangên gel û cîhanê û daxwazên heftane yên malbat û parêzeran ên ji bo dîtina rêber Ocalan û bangên li saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û Rêxistina Efû ya Navneteweyî da ku erkên xwe yên qanûnî û mirovî bi cih bînin û zextê li Tirkiyê bikin da ku dawî li tecrîdê bînin û rêber Ocalan serbest berdin, lê ev bang bê bersiv mane.

Parêzerên Ocalan piştî 8 salan ji tecrîdê, di 2 heya 22’ê Gulanê, ji 12 heya 18’ê Hezîranê û di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Ji wê dîrokê heta niha bersiva daxwazên wan ên ji bo hevdîtinê nayê dayîn.

24 SAL Jİ DÎLGİRTİNA BÊYÎ DADGEHKİRİNEK QANÛNÎ YA NAVDEWLETÎ

Li ser vê yekê endama Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ahîn Elî anî ziman ku dewleta Tirk a faşîst li girtîgeha Îmraliyê qanûnên navneteweyî binpê dike û got: "Komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de dest pê kir û di 15'ê Sibata 1999'an de pêk hat, dikeve sala 25'an. Ev hemû sal di ser dîlgirtina rêbertî re ku bêyî darizandin derbas bûn, binpêkirina hemû pîvan û qanûnên navneteweyî ye."  

Ahîn Elî îşaret pê kir ku di qanûnên her welatekî de divê her 15 sal carekê girtî jinûve were darizandin û wiha domand: "Lê 25 sal di ser dîlgirtina rêber Ocalan re derbas bûn û dewleta Tirk qebûl nake ku tu qanûnên mirovî li Îmraliyê pêk bîne. Kirinên wê yên li Îmaraliyê yên li dijî rêbertî hewldaneke da ku hêdî hêdî dawî li jiyana wî bînin û bi vî awayî teslîmbûna wî ya ji polîtîkayên wê re ye."

Ahîn Elî diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan û polîtîkayên ku îro li dijî kurdan tên meşandin zincîreke bi hev ve girêdayî ye û got: "Komploya li dijî rêber Ocalan bi tevlîbûna hemû welatên herêmê hate kirin, ji ber vê yekê hemû binpêkirinên mafan ku li ser rêber Apo li Îmraliyê tên meşandin, bi destûra welatên ku beşdarî komployê bûne û bi destê Tirkiyeyê tên kirin. Ev dewlet jî dixwazin planên xwe yên li ser kurdan bi rêya dewletên dagirker ên Kurdistanê pêk bînin."

BI AWAYÊN CURBECUR HEWL DIDIN ARMANCÊN KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ PÊK BÎNIN

Ahîn Elî her wiha da zanîn ku îrade û berxwedana rêber Ocalan a li hemberî van polîtîka û binpêkirinan, her wiha teslîmnebûna wî, hêrsa welatên komploger derxistiye holê  û got: "Ji ber vê yekê niha dewletên komploger bi awayên curbecur hewl didin armancên xwe yên komployê pêk bînin, ya herî dawî jî rayedarên dewleta Tirk 3 mehên din “cezayên dîsîplînê” li ser rêbertî ferz kirin û nehiştin bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne.''

Rayedarên dewleta Tirk a faşîst di 23’ê Hezîrana borî de dîsa 3 mehên din “cezayên dîsîplînê” li ser rêber Ocalan û girtiyên din ên Îmraliyê (Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş) ferz kirin. Li gorî ceza, hevdîtina bi malbat û parêzerên re qedexe nek.

'DEM HATIYE KU JI BO RÊBERIYÊ DADGEHEK QANÛNÎ WERE LIDARXISTIN'

Ahîn Elî bal kişand ser daxuyaniyên endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ên der barê binpêkirinên li Îmraliyê tên kirin de. Kalkan anî ziman ku Îmralî girtîgeheke Ewropayê ye û saziyên hevpar sîstema îşkenceyê tê de bi rê ve dibin û bi qanûnan dilîzin.

Ahîn Elî li ser vê yekê got: "Di dema ku em derbasî 25 saliya komploya navneteweyî dibin, divê ji bo rêber Ocalan dadgeheke nû li gor zagonên navneteweyî û ewropî bê çêkirin. Gelek girtiyên siyasî hene ku zêdetir 30 sal e bêyî darizandineke qanûnî girtî ne. Mafê her girtiyekî heye ku malbata xwe bibîne. Mafê her girtiyek siyasî heye ku dem dem hevdîtinê bi parêzerên xwe re pêk bîne."

'DAXWAZÊN ME QANÛNÎ NE Û DİVÊ Bİ CİH BÊN'

Endama Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ahîn Elî têkildarî armancên dewletên komploger ji ferzkirina tecrîda li ser rêber Ocalan got: "Di dirêjahiya dîrokê de, welatên serdest xwestine ku şoreşên gelan bi hedefgirtina rêber û pêşengên wan, ji holê rakin. Li Îmraliyê jî xwestin vê pêk bînin. Lê rêber Ocalan, girtîgeha Îmraliyê veguherand akademiyeke îdeolojîk ji bo pêşxistina gelê xwe, fikrê xwe veguherand projeyekê ku dozên Rojhilata Navîn çareser bike."

Ahîn Elî da zanîn ku dewletên komploger wê demê ji tirsa avakirina Kurdistanê, rêber Ocalan dîl girtin, lê niha ditirsin ku hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi ramana neteweya demokratîk a rêbertî çareser bibin, ne tenê ji bo Kurdistanê, lê ji bo tevahiya cîhanê garantî ye.

Ahîn Elî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser bandora şert û mercên girtîgeha Îmraliyê li tenduristiya rêber Ocalan nemaze ku derbasî 73 saliya xwe bûye û wiha got: "Daxwaza me ew e ku bi rêber Ocalan re hevdîtin pêk were û ji bo wî dadgehkirinek qanûnî pêk bê. Bi kîjan mafî van polîtîkayan li ser rêbertî dimeşîne û tecrîdeke giran di bin şert û mercên ne bi tendurist ên li Îmraliyê de, ferz dike?"

Ahîn Elî bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî binpêkirinên li ser rêber Ocalan ên li girtîgeha Îmraliyê pêk tên, erka xwe ya mirovî û yasayî bi cih bînin û bang li gelê Kurdistanê kir ku ji bo sala 2023'an bibe sala azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.

DI QONAXA DUYEMÎN A KAMPANYAYA "DEM DEMA AZADIYÊ YE" DE ÇALAKIYÊN NAVNETEWEYÎ Û YASAYÎ

Ahîn Elî bal kişand ser çalakiyên ku dê di çarçoveya kampanya ya "Dem Dema Azadiyê ye" de di dema pêş de bên lidarxistin û wiha got: "Di qonaxa yekem a kampanyayê de, herî zêde çalakiyên herêmî pêk dihatin, di qonaxa duyemîn de jî em ê balê bikşînin li ser aliyê wê yê qanûnî li ser asta Kurdistan û Rojhilata Navîn."

Derbarê merheleya duyemîn a kampanyayê de Ahîn Elî wiha got: "Di meha Tîrmehê de, ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, hejmarek parêzer ji bo komkirina îmzeyên hiqûqnas û parêzerên Kurdistanê kampanyayek dan destpêkirin. Zêdeyî 330 parêzerên jin û mêr tev li vê kampanyayê bûne. Komkirina îmzeyan berdewam e, ji bo ku kampanyaya hemû Rojhilata Navîn j bigire nav xwe û bigihîjin armanca xwe ya komkirina hejmara herî mezin a îmzeyan."

Endama Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ahîn Elî derbarê çalakiyên înîsiyatîfê yên di çarçoveya pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" ya qonaxa duyemîn de ev tişt anî ziman: "Niha em lîsteyeke binpêkirina qnûnan amade dikin ku rejîma Tirk li Îmraliyê pêk tîne, da ku radestî Neteweyê Yekbûyî û CPT û aliyên têkildarî bikin."

KCK’ê di 10’ê Îlona 2020’an de bi daxuyaniyekê ragihand ku wan dest bi Pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" kirine ku tê de wiha hatibû gotin: "Ji bo bidawîkirina xeteriya ku me dike hedef û ji bo afirandina jiyaneke azad û demokratîk, em ê di 12'ê Îlonê de li Kurdistanê û hemû welatên ku Kurd lê dijîn, di bin dirûşmeya "Ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re êdî bes e. dem dema azadiyê ye" dest bi pêngavekê bikin. "

ANHA