​​​​​​​Dr. Wail El-Beyatî: Bersiva navneteweyî ne di asta tê xwestin de ye

Mamosteyê qanûna destûrê yê iraqî Dr. Wail El-Beyatî got, êrişên Tirkiyê yên li ser Iraqê ne rewa ne û diyar kir ku pêwîstiya têkoşîneke hevbeş di navbera gelan de heye ku bihêle hikumetên heyî hebûna leşkerî ya Tirkiyê li welatên xwe bidawî bike.

​​​​​​​Dr. Wail El-Beyatî: Bersiva navneteweyî ne di asta tê xwestin de ye
29 tîrmeh, 2022   02:14
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL-HEBÎB

Di 20’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker navenda geştiyariyê ya li navçeya Derkarê ya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê kir hedef û di encamê de 9 welatî hatin qetilkirin û derdora 28 jî birîndar bûn.

Aliyên iraqî, Ereb û rojavayî nerazîbûn nîşanî komkujiyê da. Her wiha ji bilî PDK'ê tevahî hêzên siyasî yên iraqî bang li hikumeta Iraq kirin ku ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê gavên piratîkî bavêjin û  helwesta lawaz a hikumeta Kazimî şermezar kirin.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi yekdengî komkujiya Zaxoyê şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo lêkolînên ku di vê derbarê de ji aliyê Bexdayê ve tên meşandin nîşan da.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku biryarekê bide da ku Tirkiyê hêzên xwe ji hemû xaka Iraqê vekişîne.

Wezîrê Derve yê Iraq Fûad Hisên êvara sêşemê di rûniştina Konseya Ewlehiyê de gotibû: "Artêşa Tirkiyê destdirêjî li ser xak û serweriya Iraqê û jiyana welatiyên wê kiriye û beriya niha jî Iraqê 296 notayên nerazîbûnê li dijî binpêkirinên Tirkiyê ji Tirkiyê re şandibûn."

Her wiha got: "Di encama êrişa Tirkiyê ya li ser seyrangeha Perex a parêzgeha Dihokê de, 9 sivîl şehîd bûn ku yek ji wan zarok bû û 33 sivîl jî birîndar bûn. Ev êrîşeke leşkerî ye li dijî serweriya Iraqê û metirsiyê li ser aştiya û ewlehiya navçeyî û navdewletî çêdike."

Fûad Hisên wiha didomîne "Girîng e ku biryareke lezgîn were standin ku Tirkiyê mecbûr bike hêzên xwe yên leşkerî yên dagiker ji hemû axa Iraqê vekişîne.  Tirkiye îdia dike ku rêkeftinek wê bi Iraqê re heye ku destûrê dide hebûna leşkerî ya Tirkiyê di nav axa Iraqê de. Em hêvîdar in ku Konseya Ewlehiyê cidiyeta rewşê bizane û berpirsiyariya xwe ya parastina aştî û ewlehiya navdewletî pêk bîne."

Ji aliyê xwe ve Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jenin Plaschaert got,  Iraq daxwaza vekişandina hêzên Tirkiyê ji axa xwe dike.

Jenin Plaschaert di axaftina xwe ya li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de got: "Serokwezîr Mistefa Kazimî komîteyek ji bo lêkolînkirina êrişa li Dihokê ava kir, hikumeta Iraqê êrişa li Dihokê spart hêzên Tirkiyê."

Jenin Plaschaert banga rawestandina êrişên li ser Iraqê kir.

 'ÊRIŞÊN NE REWA SÎNORÊN MANTIQÊ JÎ DERBAS KIRIN'

Der barê mijarê de mamostayê qanûna destûrê yê iraqî Dr. Wail El-Beyatî ji ajansa me re axivî: "Bombebarankirina hêzên Tirkiyê binpêkirineke eşkere ya serweriya dewleta Iraqê ye û êrişeke ne rewa ye. Bi hedefgirtina sivîlên bêçek ên li seyrangeheke geştiyarî li herêmeke ku nikare weke qada operasyonên leşkerî bê hesibandin, sînorên maqûl û mantiqê derbas kir."

El-Beyatî îşaret pê kir ku dubarebûna binpêkirina xaka dewleteke tam serwer wek Iraqê zagon û peymanên navneteweyî bin pê dike û nêzîkatiyeke ku nayê qebûlkirin e., nexasim ku ev binpêkirin di çar salên dawî de zêde bûne û li gor wezareta derve ya Iraqê gihîştine zêdetirî 22 hezar binpêkirinan.

El-Beyatî anî ziman ku ji bo rawestandina rêzebinpêkirinên neqanûnî, pêwîstî bi senineke cidî ji aliyê hikûmetê û civata navneteweyî ve heye.

'BERSIVA FERMÎ NE LI GORÎ KU TÊ XWESTİN BÛ'

Der barê helwesta hikumetên Bexda û Hewlêrê de jî El-Beyatî got: "Balkêş e ku berteka hikumetên navendî yên Bexdayê û herêmê ne li gor asta ku dihat xwestin bû. Berteka welatiyan a vê dawiyê ya ji ber şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek ji geştyaran li seyrangeha Perexê ya devera Zaxoyê, bû sedema şermezarkirina wan. Ji ber ku bombebarankirin wek êrişeke ne rewa û metirsî li ser aştî û ewlekariya navdewletî tê hesilbandin. Bertekên  gel hişt ku hikumeta navendî serî li civata navneteweyî bide û giliyek fermî pêşkêşî Konseya Ewlehiyê bike, ku berê tenê notayên protestoyî yên fermî dida."

'TIRKIYE LI PÊGEH Û BANDOREKE RASTERAST DIGERE'

El-Beyatî, bal kişand ser çavbirçîtiya Tirkiyê û wiha got: "Bêguman  Tirkiye dixwaze li welatên derdor û hin welatên Rojhilata Navîn xwedî pêgeh û bandoreke rasterast be. Ez di wê baweriyê de me ku armanca Tirkiyê ji van operasyonan ne rûbirûbûna gefên Partiya Karkerên Kurdistanê ye li gor îdiayên wê yan jî bikaranîna qanûnî ya mafê parastina rewa, lê belê ji bo avakirina baregehên leşkerî yên daîmî li herêmê  bi awayekî ku bandora xwe ya jeopolîtîk berfireh bike, ji bo vê armancê kar dike. Ev jî di çarçoveya planeke berfireh de ye ku Tirkiye li Sûriye, Iraq û Lîbyayê dixebite da ku bandorê li karûbarên navxweyî yên welatan bike yan jî bi vî awayî hikumetên alîgirên xwe peyda bike."

'ÇARESERÎ HEVGIRTINA DI NAVBERA GELÊN HERÊMÊ DE YE'

Dr. Wail El-Beyatî derbarê daxuyaniya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de wiha got: "Daxuyaniya Konseya Ewlekariyê û şermezarkirina ji aliyê civata navneteweyî ve dibe ku ne di asta ku tê xwestin de be. Ez wisa difikirim ku sedema vê yekê, delîlên têr û zelal nehatin pêşkêşkirin ku di mijara bombebaranê de aliyê Tirkiyê were şermezarkirin. Sedema vê jî lawazbûna prosedurên pêwîst di mijara lêkolînê de ye, nemaze ku Iraq ji gelek sîstemên çavdêriya meteorolojîk kêm e. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi lêvegera li welatên dost ên ku dane yan jî zanyariyên wan hene da ku ji bo giliya ku Iraqê li ser bombebarankirina sivîlan pêşkêş kiriye, bibe piştgir û di encamê de Tirkiyê neçar bike ku ku xwe mikur were ku destdirêjî kiriye û berpirsiyariya navneteweyî di vî warî de hilgire."

Di dawiya axaftina xwe de Dr. Waîl El-Beyatî got: ''Bê guman hevkariya di navbera gelên herêmê de ji bo rûbirûbûna wan kêşeyên ku gefê li hebûn û ewlehiya van gelan dixwe, bes e ku zextê li hikumetên xwe bikin da ku bihêlin hebûna leşkerî ya neqanûnî li ser axa xwe bidawî bikinû bihêlin ku rêyên dîplomatîk ên zexm bikar bînin da ku bigihêjin vê armancê."

 ANHA