​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-07-2022

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-07-2022
28 tîrmeh, 2022   23:00

-Şêniyên herêma Firatê cenazeyê 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Eyn Îsayê şehîd bûne, li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê vedişêrin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ahîn Elî destnîşan kir ku divê li ser esasê qanûnên navneteweyî û Ewropayê dadgehek nû bê avakirin. Her wiha diyar kir ku kampanyaya "Dem dema azadiyê ye" di qonaxa xwe ya duyemîn de zêdetir li ser aliyên qanûnî disekine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mamosteyê qanûna destûrê yê iraqî Dr. Wail El-Beyatî got, êrişên Tirkiyê yên li ser Iraqê ne rewa ne û diyar kir ku pêwîstiya têkoşîneke hevbeş di navbera gelan de heye ku bihêle hikumetên heyî hebûna leşkerî ya Tirkiyê li welatên xwe bi dawî bike. (BI WÊNE).

- Endamên rêxistinên jinan, partiyên siyasî û hêzên leşkerî, qetilkirina hersê fermandaran;  Jiyan, Barîn û Roj ji aliyê dagirkeriya Tirk ve şermezar kirin û soza tolhildana wan û meşa li ser şopa wan dan. Her wiha bang li civata navneteweyî kirin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rawestandina sûcên dagirkeriya Tirk, bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner bang li kesên ku difikirin penaberî dervayî welat bibin kir ku beriya ku biryarê didin, li xwe vegerin. Her wiha çûyîna derveyî welat bi şerekî taybet li ser herêmê bi nav kir.

- Awat Husamedîn diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker kêfxweşiya iraqiyan veguhest tabûtan û got, divê Konseya Ewlekariyê ya NY'yê biryara vekişandina hêzên dewleta Tirk a dagirker ji Iraq û Başûrê Kurdistanê bide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên ereban li dijî planên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, banga rêxistinkirina civakê li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Pêşbirka `Nivîskarên Pêşerojê` di qonaxa xwe ya 3`emîn de ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê hat ragihandin, li gorî komîteya amadekar heta niha hejmara zarokên ku navê xwe tomarkirine gihaştiye 200. Endamê komîteya amadekar got: “Asta zarokan gelekî baş e, wê bi saya wan pêşeroja me geş bibe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Enerjî û Peywendiyan a Meclisa Sivîl a Reqa di çarçoveya plansaziya îsal de, gelek projeyên têkildarî dabînkirina kehrebê ji taxên Reqa re bi dawî kirin û niha jî dest bi projeyên nû kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA