​​​​​​​Yekitiya Werzîşê ya Efrînê mîhrîcana yekemîn a Şehîd Gerzan li dar xist

Bi dirûşmeya “Bi rihê ciwanên şoreşger ber bi civakeke azad ve”, îro Yekitiya Werzîşê ya herêma Efrînê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê mîhrîcaneke çandî ya yekemîn bi navê Şehîd Gerzan li yarîgeha bajarokê Babinis ê kantona Şehbayê, li dar xist.

​​​​​​​Yekitiya Werzîşê ya Efrînê mîhrîcana yekemîn a Şehîd Gerzan li dar xist
​​​​​​​Yekitiya Werzîşê ya Efrînê mîhrîcana yekemîn a Şehîd Gerzan li dar xist
​​​​​​​Yekitiya Werzîşê ya Efrînê mîhrîcana yekemîn a Şehîd Gerzan li dar xist
​​​​​​​Yekitiya Werzîşê ya Efrînê mîhrîcana yekemîn a Şehîd Gerzan li dar xist
​​​​​​​Yekitiya Werzîşê ya Efrînê mîhrîcana yekemîn a Şehîd Gerzan li dar xist
​​​​​​​Yekitiya Werzîşê ya Efrînê mîhrîcana yekemîn a Şehîd Gerzan li dar xist
28 tîrmeh, 2022   19:40
ŞEHBA

Yarîgeh bi alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan û wêneyên, endamê rêveber ê tevgerê Gerzan yê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûye, hat xemilandin.

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê, endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî yên herêmê li yarîgehê amade bûn.

Di destpêka mîhrîcanê de, bavê şehîd Gerzan, Ebdo Qehreman wiha axivî: “Şehîd Gerzan ji kesên pêşîn bû yên ku tev li şoreşa 19’ê Tîrmehê bûn, perwerdeya xwe ya yekemîn li Efrînê di 2011’an de dît, piştre di rêvebirina ciwanan û rêxistinkirina wan ji bo parastina şoreşê de, cihê xwe girt.”

Ebdo Qehreman diyar kir ku şehîd Gerzan roleke pir girîng di rêvebirina ciwanan de girt, hem berî dagirkirina Efrînê hem jî piştî wê, her wiha di parastina navçeya Raco ji êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de jî cihê xwe girt.

Di dawiya axaftina xwe de, Qehreman anî ziman ew wek malbata şehîd Gerzan dê heta rizgarkirina Efrînê li ser şopa wî bin.

Piştre, zaroka bi navê Diyana Mihemed çend helbestên xwe yên li ser şehîd Gerzan, jiyana wî û rihê rêbertiyê yê li cem wî, xwendin.

Piştre, koma Şehîd Birûsk û Şehîd Barîn Botan çend stranên erebî yên folklorî gotin.

Mîhrîcan stranên kurdî yên folklorî ji aliyê koma Serdoz ve û gerandina govendan bi dawî bû.

(mh)

ANHA