​​​​​​​Li Amûdê û Qamişlo şehîdên meha Tîrmehê hatin bibîranîn

Li Qamişlo û Amûdê şehîdên meha Tîrmehê hatin bibîranîn. Di bîranînê de banga xwedîderektina li nirxên şehîdan û parastina herêmê hate kirin.

​​​​​​​Li Amûdê û Qamişlo şehîdên meha Tîrmehê hatin bibîranîn
​​​​​​​Li Amûdê û Qamişlo şehîdên meha Tîrmehê hatin bibîranîn
​​​​​​​Li Amûdê û Qamişlo şehîdên meha Tîrmehê hatin bibîranîn
​​​​​​​Li Amûdê û Qamişlo şehîdên meha Tîrmehê hatin bibîranîn
​​​​​​​Li Amûdê û Qamişlo şehîdên meha Tîrmehê hatin bibîranîn
​​​​​​​Li Amûdê û Qamişlo şehîdên meha Tîrmehê hatin bibîranîn
28 tîrmeh, 2022   18:28
QAMIŞLO

Şehîdên meha Tîrmehê li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl a navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo hatin bibîranîn. Bîranîn ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve bi amadebûna bi dehan şêniyan hat lidarxistin

Destpêkê ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê, endamê meclisê Mihemed Cûlî axivî.

Mihemed Cûlî di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: “ Gef û êrişên ku îro li ser xaka welatê me têne kirin, bi giştî planên dewletên navneteweyî yên dagirker in. Armancê wan ji van gef û êrişan ew e ku destkeftiyên ku bi xwîna zarokên me hatine bidestxistin, ji destê gelê Bakûrê Rojhilatê Sûriyê bigrin. Em weke Meclisa Malbatên Şehîdan heta dawî em ê xwedî li destkeftiyên qehremanên xwe derkevtin û biparêzin. Em carek din soza xwe li hember şehîdên xwe yên dozê nû dikin û em dibêjin hetanî henaseya xwe ya dawî em ê xaka xwe ji êriş û dagirkeriyê biparêzin, bibin layîqê keda şehîdan û fikir û felsefeya Rêber APO.”

Mihemed Cûlî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em hevkariya hêzên navneteweyî ya bi dewleta Tirk re şermezar dikin û dibêjin em ê tu caran destur nedin van planên we yên qirêj li ser xaka welatê me ya ku bi xwîna şehîdên me hatiye parastin."

 Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan ji aliyê mamosta Hena Xalid ve hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

Bîranîn bi diruşmeyên “Şehîd Namirin,” “Na ji Dagirkeriyê re”  û  “ Bijî Serok APO” bi dawî bû.

Li bajarê Qamişlo jî, Meclisa Malbatên Şehîdan merasîmê bîranîna 177 şehîdên meha Tîrmehê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan li dar xist. Bi sedan malbatên şehîdan û şêniyên bajar beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de endama Meclisa PYD'ê Zeyneb Murad li ser girîngiya meha Tîrmehê axivî û got: "Em dizanin ku meha Tîrmehê meha berxwedan û têkoşînê ye. Ji berxwedana şehîdên 14'ê Tîrmehê me dest pê kir û bê westandin têkoşîna xwe didomînin."

Zeyneb Murad anî ziman ku ji bo wefedariya bi şehîdan re gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe amadekariyên rewşa awarte dikin ku Rêveberiya Xweser ji bo bersivandina êrişên Tirkiyê yên li ser gelên herêmê ragihandiye.

Zeyneb Murad di dewama axaftina xwe de got: "Dewleta Tirk a dagirekr bi hemû derfetên xwe hewl dide destkeftiyên şoreşê têk bibe û îradeya gelan bişkîne da ku tevgera rizgariya tesfiye bike. Lê bi hevgirtina hemû gelên herêmê em ê li hemberî planên osmaniya nû bibin bend."

Endama Meclisa PYD'ê Zeyneb Murad di dawiya axaftina xwe de banga xurtkirina têkoşînê û tevgera li gorî rewşa awarte kir.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Revîn Qamişlo nasnameyên şehîdan xwendin.

(dg)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qKRfIFQFueg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>