Nûnera zerdeştiyan banga vekişîna hêzên Tirkiyê ji Iraqê kir

Awat Husamedîn diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker kêfxweşiya iraqiyan veguhest tabûtan û got, divê Konseya Ewlekariyê ya NY'yê biryara vekişandina hêzên dewleta Tirk a dagirker ji Iraq û Başûrê Kurdistanê bide.

Nûnera zerdeştiyan banga vekişîna hêzên Tirkiyê ji Iraqê kir
29 tîrmeh, 2022   03:31
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Wezîrê derve yê Iraqî Fuad Hisên di civîna Konseya Ewlekariyê ku 26’ê Tîrmehê hatibû lidarxistin de got, artêşa Tirk serweriya Iraqê binpê kir û komkujî li dijî welatiyên wê pêk anî. Her wiha daxuyand ku Iraq berê 296 belgeyên hişyariyê ji ber binpêkirinên Tirkiyê dan wê.

Fuad Hisên bang li Konseya Ewlekariyê ya NY'yê kir ku biryara vekişandina hêzên Tirkiyê ji xaka Iraqî bide. Ev bang piştî komkujiya li seyrangeha Perex a Zaxoyê hate kirin ku artêşa Tirk a dagirker di 20’ê Tîrmehê de pêk anîbû û di encamê de bi kêmanî 30 welatî bûn qurbanî.

'TIRKIYÊ KÊFXWEŞIYA IRAQIYAN VEGUHEST TABÛTAN'

Li ser mijarê nûnera zerdeştiyan di Wezareta Ewqafê ya hikumeta Başûrê Kurdistanê de, Awat Husamedîn ji ajansa me re axivî.

Awat Husamedîn anî ziman ku artêşa Tirk ji salan ve herêma Kurdistana Iraqê topbaran dike û got: "Êrişên artêşa Tirk ên li ser herêma Kurdistana Iraq li dijî hemû qanûn û peymanên navneteweyî ne. Her wiha qanûnên mafên mirovan yên ku di danezana cîhanî ya Neteweyên Yekûbyî de hatine diyarkirin, bin pê dike. Ji ber van êrişan bi sedan gund hatin wêrankirin û valakirin, bi sedan baxçe û berhemên sewaldariyê hatin şewitandin û deverên dîrokî hatin rûxandin, her wiha bi sedan welatî hatin qetilkirin û birîndarkirin."

Awat Husamedîn der barê komkujiya dawî ku artêşa Tirk a dagirker li seyrangeha li gundê Perex ê Zaxoyê pêk anîbû de wiha axivî: “Bûyera berî çend rojan a li seyrangeha Derkar Ecem a Dihokê ku di encamê de welatiyên iraqî yên ku ji navend û başûrê Iraqê ji bo kêfxweşiyê hatibûn wir, bûn qurban. Artêşa Tirk ew ji wî mafî bêpar hiştin  û kêfxweşiya wan veguhest tabûtan. Qetilkirina sivîlan binpêkirina serweriya Iraqê ye.”

Awat Husamedîn bang li rêxistinên mirovî yên NY’yê û hemû dewletên ku balyozxane û qonsulxaneyên wan li Iraqê hene kir, ku ji bo parastina sivîlan helwesteke cidî bigirin.

Awat Husamedîn wiha domand: “Rewşa nearamî ya siyasî û aborî ya Iraqê û tunebûna yekitiyeke niştîmanî, roleke girîng di rewşa herêmê de lîst û hişt dewletên derdorê destwerdanê di Iraqê de bikin.”

ÇI JI MECLISA EWLEHIYÊ TÊ XWESTIN?

Nûnera zerdeştiyan di wezareta Ewqafê  ya Başûrê Kurdistanê de Awat Husamedîn destnîşan kir ku divê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dewleta Tirk a dagirker ceza bike û çend biryarên ku divê werin girtin, anîn ziman:

1-Ji ber binpêkirina serdestiya Iraqê, ji ber hebûna hêza wê ya leşkerî li 40 baregehan, divê Tirkiyê were cezakirin. Div biryarek were derxistin ku artêşa Tirk ji xaka herêma Kurdistana Iraqê vekişe.

2-Divê operasyonên leşkerî yên Tirkiyê û êrişên wê yên bi obus û moşekan ên li ser xaka Iraqê werin rawestandin.

3-Divê bi beşdarbûna nûnerên ji wezaretên derve yên Iraq û Tirkiyê, odeyeke çalakiyan a koorîndekirî were avakirin da ku vekişandina hêzên Tirkiyê bişopîne û formeke nû ji bo ewlehiya her du weletan were danîn.

4-Ji bo kesên ku ziyanên madî û canî dîtine tawîz werin dayîn.

5-Divê biryara vekişandina baregehên îstîxbarata Tirk ên li Iraqê, bi taybet herêma Kurdistanê û Kerkûkê were dayîn.

(mh)

ANHA