Mezlûm Ebdî: Êrişa li ser saziya ewlehiya hundirîn gefê li ewlehiya herêmê dixwe

Mezlûm Ebdî got, balafirên bê mirov ên bi çek ên Tirkiyê êdî civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên wê yên ku herêmê diparêzin, dikin hedef. Ebdî anî ziman ku êrişa li ser saziya ewlekariya hundirîn rasterast gefê li ewlehiya herêmê dixwe.

Mezlûm Ebdî: Êrişa li ser saziya ewlehiya hundirîn gefê li ewlehiya herêmê dixwe
28 tîrmeh, 2022   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî li ser êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirekr a li dijî erebeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Eyn Îsayê ku di encamê de 4 endamên hêzê şehîd bûn, daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir.

Ebdî got: "Balafireke bê mirov a bi çek a Tirkiyê vê sibehê erebeya veguhestina fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a ku ji Eyn Îsayê diçû kampa koçberên Girê Spî kir hedef. Di encamê de 4 endam şehîd bûn. Saziya Ewlekariya Hundirîn bi parastina ewlehiya bajar, saziyên sivîl, kampên koçberan û girtîgehên DAIŞ'ê eleqedar dibe. Hedefgirtina vê saziyê rasterast gefan li ewlehiya herêmê dixwe.

Ebdî her wiha bi bîr xistin ku ji 20'ê Tîrmehê ve balafirên Tirkiyê 9 şervanên QSD, 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 13 sivîl kirin hedef û got: "Êrişên bi balafirên bê mirov ên bi çek ên Tirkiyê zêde bûne û êdî civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên wê yên ku ji bo parastina istiqrara herêmê dixebitin, dikin hedef."

Mezlûm Ebdî di dawiyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Ev êriş me ji parastina xak û gelê xwe  dûr naxe."

ANHA