Parêzerên rêber Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê dan.

Parêzerên rêber Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
28 tîrmeh, 2022   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Îbrahîm Bîlmez, Newroz Uysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî yên ku parêzeren Buroya Hiqûqê ya Asrinê re ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin.

Parêzer ji bo ku karibin rêber Abdullah Ocalan ê ku di Girtîgeha Îmraliyê de di şertên herî giran ê tecrîdê de ye û 16 meh in agahî jê nayê stendin, hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya  Îmraliyê dan.

Rêzan Sarica û Newroz Uysal ên ku parêzerên rêber Abdullah Ocalan in piştî 8 salan herî dawîn di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîran û di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribû. 3 sal in hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan tê qedexekirin.