HPG`ê 7 gerîlayên ku 2016’an şehîd bûne bi bîr anîn

HPG’ê nasnameyên 7 gerîlayên di sala 2016’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne eşkere kir û got “Wekî mîmarên berxwedana îro wan di dîroka azadiyê ya gelê me de cihê xwe yê bi rûmet stendin.”

HPG`ê 7 gerîlayên ku 2016’an şehîd bûne bi bîr anîn
28 tîrmeh, 2022   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd bûne, ev daxuyanî weşand:

“Îro li Zap û Avaşînê şerê me yê azadiyê yê ku di asta herî bilind de ye, didome. Hevrêyên me li Qadên Berxwedanê li hemberî dijmin sing bi sing bi şer dikin, bi hêza xwe ya manewî pêşketina dijmin dane sekinandin û roj bi roj derbên giran li dijmin dixin. Hêza manewî ya ku ji berxwedana hevrêyên me bûye îlham bêguman berxwedana dermirovî ya ku Rêber Apo li Îmraliyê dike û soza me ya ji boo bicihanîna xeyalên hevrêyên me ne. Şehîdên me yên sala 2016’an jî ji hevrêyên me yên îro li ber xwe didin re dibin çavkaniya moralê û bi baweriya ku wê xwedî li têkoşîan wan were derketin, li hemberî artêşa Tirk a dagirker şerek kirine. Hevrêyên me Firat, Hejar, Serhat, Kajîyan, Êrîş, Cûdî û Zinar bi şehadetên xwe wekî mîmarên berxwedana îro, di dîroka azadiya gelê me de cihê xwe yê bi rûmet stendin. Em di salvegera şehadeta wan hevalên xwe yên hêja de, careke din wan bi rêz û hurmet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên wan pêk bînin.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wisa ne:

Nasnav: Firat Alî

Nav û paşnav: Bîlal Başak

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Navê dê û bav: Fahriye – Ahmet

Dîrok û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav:Hêjar Botan

Nav û paşnav: Vedat Azan 

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dê û bav: Mevlude - Celalettîn

Dîrok û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Serhat Şiyar

Nav û paşnav: Emrûllah Toktaş

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Navê dê û bav: Salîbat - Giyasettîn

Dîrok û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Kajiyan Licê

Nav û paşnav: Veysel Agir  

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dê û bav: Havva - Abdullah

Dîrok û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Êrîş Sema

Nav û paşnav: Yûsûf Yilmaz

Cihê jidayikbûnê: Mêrsîn

Navê dê û bav: Fatma - Şukr

Dîrok û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Cûdî Mordem

Nav û paşnav: Seyîthan Çelîk

Cihê jidayikbûnê: Hakkarî

Navê dê û bav: Makbûle - Şaban

Dîrok û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Zinar Amara

Nav û paşnav: Haci Benzer

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dê û bav: Hurrîyet - Reşît

Dîrok û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Em sersaxiyê di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Firat, Hêjar, Serhat, Kajiyan, Êrîş, Cûdî û Zinar ên ku bi jiyan û berxwedana xwe nirxek mezin li têkoşîna me ya azadiyê ya ku bi berdêlên giran girêk bi girêk hatiye hûnandin zêde kirine, ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.”