Li Derayê dîsa şer derket

Li derdora bajarê Tefes ê rojavayê Derayê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên xwecihî de şer derket. Di heman demê de hêzên hikumeta Şamê herêma di navbera bajarê Tefes û bajarokê El-Yadode de hedef girt.

Li Derayê dîsa şer derket
28 tîrmeh, 2022   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku vê sibê hêzên hikumeta Şamê êrişî herêma di navbera bajarê Tefes û bajarokê El-Yadode yê rojavayê Derayê de kir. Di heman demê de li derdora Tefes di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên xwecihî de şer derket. Agahiyên der barê kuştî û birîndaran de bi dest neketin.

Duh jî hêzên "Ewlehiya leşkerî" yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê li gundewarê Derayê geliyê bajarê Tefes topbaran kir, di encamê de welatiyek hat kuştin û 3 welatiyên din jî birîndar bûn.

(eh)