Di êrişa li Eyn Îsayê de 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn-HATE NÛKIRIN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrişa hewayî ya li dijî erebeyekê de li Eyn Îsayê, 4 endamên wan şehîd bûne.

Di êrişa li Eyn Îsayê de 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn-HATE NÛKIRIN
28 tîrmeh, 2022   07:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî hedefgirtina erebeyekê li Eyn Îsayê ji aliyê balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk ve, daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

“Di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li Eyn Îsayê de 4 endamên hêzên me şehîd bûn.

Ji ber bêdengiya navneteweyî li hember êrışên dubare yên dagirkeriya Tirk li ser herêmên me, êrışên dewleta Tirk a dagirker berdewam dikin. Vê sibehê balafirên bêmirov hêzên me yên li Eyn Îsayê dema ku erka xwe pêk dianîn, kirin hedef. Di encamê de endamên me Beşar Mihemed Elî Bozan û Cîhan Mihemed Mistefa, Sara Mihemed El-Hisên û Selma Elî Mistefa şehîd bûn.

Ev êriş erka me ya parastina gelê me asteng nake, em ê di oxira wê de tiştên giranbiha feda bikin.”

(cx)