​​​​​​​Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Li Îranê di 6 mehan de 251 kes hatine darvekirin

Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) Îranê di nava 6 mehên destpêkê yên îsal de herî kêm 251 kes darve kirine.

​​​​​​​Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Li Îranê di 6 mehan de 251 kes hatine darvekirin
28 tîrmeh, 2022   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) ragihand ku Îranê ji serê salê heta dawiya meha Hezîranê herî kêm 251 kes darve kirine.

Li gorî vê rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) 146 kes bi sûcê kuştinê û 86 kes jî bi sûcê bazirganiya bi madeyên hişber hatine bidarvekirin.

Tê gotin ku herî zêde Belûçî hatine darvekirin, ew jî 65 kes bûne ku 38 kes ji wan bi sûcê bazirganiya bi madeyên hişber.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) sala borî ragihandibû ku di nava salê de 314 kes hatine darvekirin. Li gorî rewşa xuya dike, li Îranê darvekirin zêde bûye.