​​​​​​​Rojnameyên erebî: Siwêda rûpela Hêzên El-Fecir digire

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, têkildarî şerê duh li bajarê Siwêdayê, xitimîna siyasî ya li Iraqê û rewşa Lîbyayê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Siwêda rûpela Hêzên El-Fecir digire
28 tîrmeh, 2022   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI SIWÊDAYÊ ‘HÊZÊN EL-FECIR’ ÊN SER BI REJÎMA SÛRIYÊ VE HATIN BÊBANDORKIRIN’

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: “Sibeha çarşemê komên çekdar û di serî de tevgera Rîcal El-Kerame li bajarokê Etîl girt ser baregehên leşkerî yên girêdayî Hêzên El-Fecir ên ser bi ewlehiya leşkerî ya rejîma Sûriyê ve.

Berpirsê tora ‘Siwêda 24’ Reyan Marûf ji rojnameyê re ev agahî parve kirin: “Piştî şerên dijiwar di navbera her du aliyan de ku ji sibeha sêşemê ve dest pê kiribû, komên xwecih dest danî ser hemû baregeh û navendên koma girêdayî ewlehiya leşkerî. Mal û navendên li bajarokê Etîl ku Racî Felhût û endamên koma wî xwe lê vedişart, hatin dorpêçkirin. Endamên komê yên mayî jî vekişiyan bajarokê Qenewat. Cihên wan ên li Siwêdayî rastî êrişan hatin.

Di vî şerî de zêdetirî 10 kuştiyên komên ewlehiyê çêbûn. Gelekan jî xwe radestî komên xwecih ên êrişkar kir, hinek din jî dîl hatin girtin.

Şahidên ji herêmê got: “Êvara duşema borî lihevkirina aramiyê hat ragihandin û şêniyên bajarê Şehba û koma Racî Felhût li hev kir, lê belê careke din li Siwêdayê alozî derket. Li ser vê hatibû lihevkirin ku koma Racî Felhût bendên xwe yên kontrolê vekişîne û hemû girtiyan berde, li hember wê dê 4 efserên rejîmê yên ji aliyê şêniyên bajarê Şehbayê ve hatibûn girtin, bên berdan û rêya Şam-Siwêdayê bihata vekirin, her wiha kesên ji malbata Tewîl hatine revandin, dê hatibana berdan, lê belê koma Racî Felhût lihevkirina aramiyê binpê kir.

Ji bo piştevaniya şêniyên Şehbayê, roja sêşemê tevgera Rîcal El-Kerame ket dewrê. Li gorî tora Siwêda 24, serokê ruhî yê taîfeya misilmanên yekbûyî Şêx Hikmet El-Hicrî, li parêzgehê seferberî û bersivdayîna komên çekdar ên “terorîst” Racî Felhût, ragihand. Li ser wê yekê şênî û eşîrên Siwêdayê ji bo piştevaniyê hatin bajarê Şehbayê, her wiha tevgerê wek sewqiyat hin endamên xwe şandin wir û li gund û bajarokên herêmê gelek bendên kontrolê danîn.”

‘SEDR RÊ LI MALIKÎ Û NAMZETÊN WÎ DIGIRE’

Rojnameya El-Ereb jî behsa rewşa Iraqê kir û wiha nivîsî: “Bi hezaran alîgirên Tevgera Sedr berê xwe da Qada Tehrîr a paytext Bexdayê û li dijî namzetê Çarçoveya Hemahengiyê Mihemed Şiya El-Sûdanî xwepêşandan kirin. Çavkaniyên ji Iraqê dibêjin Muqteda Sedr bi vê gavê dixwaze rê li hevrikê xwe serokwezîrê berê Nûrî Malikî û her namzetekî nûnertiya wî dike ji bo serokatiya hikumetê, bigire.

Çavkaniyên iraqî yên xwedî agahî ji El-Ereb re diyar kirin ku Sedr baş dizane ku gihaştina Malikî tê wateya ku jihevxistina sîstema Sedr di aliyê siyasî û ewlehiyê de mijara demê ye, her wiha tê wateya ku planeke ji bo rakirina Sedr`yan ji dewletê û bêparhiştina wan ji peywir û derfetên malî.

Çavdêrên rewşê jî dibêjin, Şepêla Sedr di têkiliyên xwe yên bi Malikî re gelek ders û îbret derxistin, ji lew re berê xwe yekser da kolanê da ku rê li vegera Malikî li ser hikumê bigirin.

Çavdêr her wiha destnîşan dikin ku xwepêşandanên ji aliyê Sedr ve hatine organîzekirin, dihat pêşbînkirin û beriya du hefteyan di nimêja înê ya yekbûyî de zemînê wê hatibû danîn. Her wiha daxuyandin ku Sedr dixwaze rê li avakirina hikumetê ji aliyê hevrikê xwe Çarçoveya Hemahengiyê ve bigire, nexawsim piştî ku wan bi hiblijartina El-Sûdanî pirsgirêka serokwezîrtiyê derbas kirin, ku El-Sûdanî jî girêdayî Partiya Dewa El-Îslamî ye ya ku hevrikê Sedr, Nûrî Malikî wê bi rê ve dibe.”

‘LI DERDORA TERABLUSÊ SEWQIYATÊN LEŞKERÎ’

Rojnameya El-Itîhad a Îmaratê jî têkildarî rewşa Lîbyayê nivîsî: “Li derdora paytexta Lîbyayö Terablusê sewqiyatên leşkerî yên milîsên çekdar hebûn, vê yekê metirsiyên derketina şer di dema pêş de, çêkirin.

Di dîmenan de xuya dibe ku hêzeke leşkerî ya mezin tevî panzerên girêdayî rêveberê berê yê îstixbarata leşkerî ‘Umsama El-Ciwêlî’ derbasî bajarê Terablusê dibin. Her wiha karwanekî çekdar ê girêdayî Firqeya Nîştimanî ya Bitevger, tevî çekên giran û moşekan li gelek herêmên rojavayê Terablusê ketin nava tevgerê.

Her wiha sewqiyatên milîsên Terablusê li derdora Balafirgeha Miêtîqa ya li rojhilatê Terablusê hatin dîtin.”

(cx)