Li nêzî bajarokê Til Semin balafirên Tirkan erebeyek bombe kir

Nûçegihanê me ji navçeya Eyn Îsayê ragihand ku balafireke bêmirov a dagirkeriya Tirk li nêzî Kampa Koçberên Girê Spî erebeyek hedef girtiye. Agahiyên li ser zirarên canî hene.

Li nêzî bajarokê Til Semin balafirên Tirkan erebeyek bombe kir
28 tîrmeh, 2022   07:13
EYN ÎSA

Beriya çend kêliyan, li nêzî Kampa Til Semin a Koçberên Girê Spî ya li başûrê navçeya Eyn Îsayê erebeyek ji aliyê balafireke bêmirov a dagirkeriya Tirk ve hatiye hedefgirtin.

Li gorî agahiyên destpêkê, zirarên canî hene.

Tê payîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bûyerê daxuyaniyekê bide.

(cx)

ANAH