​​​​​​​Gelo wê têkiliyên Tirkiyê û dewletên erebî vegerin mîna berê?

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Mihemed Rebî El-Dîhî got, destwerdana Tirkiyê ya di karûbarên dewletên erebî de û dagirkeriya wê ya li Sûriyê û Iraqê astengiya herî mezin li pêşiya vegera têkiliyên Tirkiyê bi dewletên erebî re ye.

​​​​​​​Gelo wê têkiliyên Tirkiyê û dewletên erebî vegerin mîna berê?
28 tîrmeh, 2022   03:15
KOBANÊ-CUMA MIHEMED

Der barê hewldanên Tirkiyê de ku têkiliyên xwe bi gelek dewletên erebî re vegerîne mîna berê, nexasim Îmarat, Erebistana Siûdî û Misirê, lêkolîner têkiliyên navneteweyî yê ji Misirê Mihemed Rebî El-Dîhî got, vegera têkiliyên erebî-tirkî bi pabendîbûna Tirkiyê bi helwestan ve girêdayî ye ku zirarê nagihîne ewlehiya neteweyî ya erebî.

Hemwextî wê, dewleta Tirk a dagirker binpêkirina axa Sûriyê û Iraqê didomîne û gelek rûber ji axa her du welatan dagir kirin. Di heman demê de êriş û hewldanên dagirkirina herêmên din didomîne.

Dewleta Tirk li herêmên Sûriyê û Iraqê yên ku dagirkirine, siyaseta guhertina demografî û tirkkirinê pêk tîne. Ev yek li ser nasnameya resen a herêmên dagirkirî gef e. Gelek alî helwestên dewletên erebî yên li hember vê yekê rexne dikin. Li gorî çavdêran, helwestên heyî jî nagihêje asta ku tê xwestin ku li hember planên Tirkiyê bê sekinandin.

Di salên dawî de têkiliyên Tirkiyê bi dewletên erebî re paş ketin, nemaze piştî ku desteka wê ya bi Îxwan El-Muslimîn re li gelek dewletên erebî eşkere bûn. Serokkomarê Tirk serdana Îmarat û Erebistana Siûdî kir û gelek gav ji bo vegerandina têkiliyan bi Misirê re avêtin.

Gelek mereq dikin gelo pêkane Tirkiyê ya ku serdestiya Sûriyê û Iraqê binpê dike têkiliyên xwe bi dewletên erebî re vegerîne û destwerdanê di karûberên dewletên wê de bidomîne.

ASTENGÎ LI PÊŞIYA VEGERANDINA TÊKILIYAN HENE

El-Dîhî wiha domand: “Fikrê têkiliyên tirkî-erebî gelek pirsgirêkên wê heye. Dibe Iraq û Sûriye yek ji wan be. Mudaxeleya di kar û barên Lîbyayê de û gelek mijarên din jî hene. Xala herî girîng ku pêşiya vegerandina têkiliyan mîna berê bûye kelem, nepabendîbûna Tirkiyê bi daxwazên dewletên erebî ye ku dev ji mudaxeleya xwe di kar û barên dewletên erebî de berde û dagirkirina bakurê Sûriyê û Iraqê rawestîne.”

El-Dîhî daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî bi bîr xistin ku tê de got; “Têkiliyên bi Tirkiyê re dê vegerin heke Tirkiyê mudaxeleya xwe di kar barên erebî de berde, delîlan li ser vê mijarê pêşkêş bike bi rêya rawestandina piştgiriya komên ku ewlehiya neteweyî ya erebî tehdîd dikin.”

El-Dîhî destnîşan kir ku tehdîda tirkî ya li ser bakurê Sûriyê dê di dema bê de berdewam bike û got: “Lê Tirkiyê wê cesaret neke ku destwerdaneke giştî mîna 2019`an kiriye, pêk bîne. Ji ber gelek rîskên vê yekê hene jê helwestên hêzên navneteweyî û dewletên erebî.”

El-Dîhî wiha pê de çû: “Ya herî girîng, windahiya mezin a rejîma Tirk di hundirê Tirkiyê de ye. Li Tirkiyê aloziyên aborî hene. Gelê Tirkiyê ji hikumeta heyî ne razî ye ku gel di aliyên aborî, siyasî û leşkerî de westand. Bi fikirê şer, zirar gihand navdenga Tirkiyê di derdorên herêmî û navneteweyî de.”

Têkildarî helwesta erebî Mihemed Rebî El-Dîhî got: “Dewletên erebî helwesteke diyar ji mijara hevkariya bi Tirkiyê re diyar kiriye ku divê mudaxeleya kar û barên xwecih ên dewletên erebî neke. Yanî, divê Tirkiyê dev ji vê yekê berde. Çi bi rêya piştgiriya komên ku girseyên gel wê red dikin û xwedî dîrokeke terorîst e çi bi rêya mudaxeleya yekser di gelek dosyayan de mîna ku li Sûriyê û Iraqê rû daye.”

El-Dîhî vegerandina têkiliyên erebî-tirkî, bi pêwîstiya rawestandina mudaxeleya xwe di kar û barên Ereb de ve girêda da û wiha axaftina xwe domand: “Timayên firehkirinê û vegerandina mîrasa berê ya osmanî heye. Yanî rêveberiya Tirkiyê dixwaze li dewletên erebî fireh bibe. Lê eniya hêzên erebî bi pêşengiya Misir û Erebistana Siûdî cidî bû, di vê mijarê de ji bo destwerdana li Lîbyayê rawestîne.''

El-Dîhî bi domdarî got: “Eniya Misir, Erebistana Siûdî û Îmaratê di gelek qadên navneteweyî de li hember Tirkiyê sekinî. Xeta sor a Sert-Cefra ku Qahîra li pêşiya çeteyên Tirkiyê danî ku ne ji wê bûya, dê çete niha li ser sînorên Misirê bûna û ji vê bêtir li Lîbyayê fireh bûna û dê encamek ne baş bi xwe re baniya.”

Di dawiyê de lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Mihemed Rebî El-Dîhî Mihemed got: “Siyaseta sekna erebî ya li hember Tirkiyê, hişt Tirkiye di derdora xwe ya navneteweyî û herêmê de bi tenê bimîne. Hinek dewletan wê weke binpêkera qanûnê navneteweyî wesif dikin.”

(şx)

ANHA