Di gora komî ya li Minbicê de 29 cenaze hatin derxistin

Di gora komî ya li derdora avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hate dîtin de 29 cenaze hatin derxistin.

Di gora komî ya li Minbicê de 29 cenaze hatin derxistin
27 tîrmeh, 2022   19:19
MINBIC

MNBIC

Îro dema ku karkerên Şaredariya Gel a Minbic kanalîzasyonên li kêleka avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê dikolandin, goreke komî dîtin.

Piştî gor hat vekirin, termên 29 kesên nenas hatin derxistin. Aliyên peywendîdar û Komîteya Tenduristiyê hîn jî lêkolînan berdewam dikin.

Li gorî agahiyên destpêkê, termên hatine derxistin, ên kesên ku destên wan li paş hatine girêdan. Ji ber wê, texmîn hene ku ev kes ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatine qetilkirin.

ANHA