Qurbaniyên komkujiyên Til Eran û Til Hasil hatin bibîranîn

Şêniyên Efrîn û Şehba yên li Minbicê bi cih bûne, qurbaniyên komkujiyên bajarokên Til Hasil û Til Eran bi bîr anîn ku dewleta Tirk a dagirker di 28`ê Tîrmeha 2013`an de pêk anîbûn.

Qurbaniyên komkujiyên Til Eran û Til Hasil hatin bibîranîn
27 tîrmeh, 2022   15:12
MINBIC

Komîteya Koçberên Şehba û Efrîn a li Minbicê bi boneya salvegera komkujiya bajarokên Til Eran û Til Hasil daxuyanî da.  Daxuyanî bi beşdarbûna endamên komîteyê, endamên Meclisa Jinan a Sûriyê û endamên saziyên leşkerî li pêşiya avahiya komîteyê hat xwendin. Endamê komîteyê Fadil Derwîş.

Di dauxyaniyê de wiha hat gotin: “9 sal di ser komkujiyên Til Eran û Til Hasil re derbas bûn, lê kujer wê mîna Ebdulcebar Egîdî, Cebhet El-Nusra, Hurasûdîn, Artêşa  Azad û hin komên Kurd ên xayîn ên wekî Azadî, Yusif El-Ezma û Selahedîn bi rihetî ji welatekî diçin ê din, mîna ku tiştek rû nadeye, rûxmî ku ev komkujî li ser asta navneteweyî û komîteya lêgerîna rastiyan hat şermezarkirin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berxwedana bêhempa ya lehengên Til Eran û Til Hasilê tovika berxwedanên mezin e ku îro li dar in.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide kiryarên xwe bi çeteyan paqij bike, lê êdî ev yek nayê veşartin û dem hatiye ku dewleta Tirk berdêla van sûcên xwe bide.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li cîhana azad hat kirin ku hesabê ji sûcdarên komkujiyên Til Hasil û Til Eran bixwazin ku zêdetirî 51 sivîl bûn qurbanî di nav de jin, zarok û kesên temenmezin hene. Her wiha bang li Komîteya Lêgerîna Rastiyan a Navneteweyî hat kirin ku erkê xwe berdewam bike da ku sûcdar di dadgehên navneteweyî de werin darizandin.

Di daxuyaniyê de bang li gelên azadîxwaz hat kirin ku fişarê li hikumetên xwe bikin da ku têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re bigirin û destekdayîna xwe jê re rawestînin. Bang li hemû rêxistinên hiqûqî hat kirin ku qada hewayî ya herêmê were girtin da ku sivîlan ji hovîtiya Tirkiyê were parastina.

(şx)

ANHA