Kombûna Jinan a Zenûbya ya Dêrazorê banga girtina qada hewayî ya herêmê kir

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya li bajarokê Cezra yê rojavayê Dêrazorê, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyeke protestoyî li dar xist. Beşdaran teqez kir ku ew ê li hember dagirkeriyê têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.

Kombûna Jinan a Zenûbya ya Dêrazorê banga girtina qada hewayî ya herêmê kir
27 tîrmeh, 2022   15:24
DÊRAZOR

Di çalakiya li pêşiya avahiya YPJ`ê de li dar ketiye, şêniyên bajarokê Cezra, endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya, nûnerên meclisên sivîl û leşkerî beşdar bûn.

Di çalakiyê de şervana YPJ`ê Zeyneb Ebas axivî û sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û teqez kir ku ew amade ne li hember êrişên li dijî herêmê bisekinin.

Zeyneb Ebas wiha domand: “Em şervan dê heta dawiyê li ber xwe bidin û projeya neteweya demokratîk biparêzin. Armanca dewleta Tirk talankirina xêr û berakata gelan e û guhertina demografiya herêmê ye.”

Her wiha endama rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbya ya Dêrazorê Şehrezad El-Casim axivî û sersaxî da malbatên her sê şehîdan û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûirypê û got: “Her sê fermandar; Jiyan, Roj û Barîn û gelek têkoşerên din ji bo azadiya jinan û hemû pêkhateyan canê xwe feda kir.”

Şehrazad El-Casim diyar kir ku hedefgirtina her sê fermandar, siyaseta qirkirina gelên herêmê ye ku ji bo jiyana bi rûmet û azad tê dikoşin.

Di dawiyê de Şehrazad El-Casim bang li gelên herêmê kir ku li hember armanc û niyetên dewleta Tirk a dagirker hevgirtî bin. Her wiha bang li dewlet û rêxistinên mirovî kir ku helwesteke cidî li hember sûcên dagirkera Tirk nîşan bidin û qada hewayî ya herêmê bigirin.

(şx)

ANHA