​​​​​​​Ferhat Şiblî di çilrojiya şehadeta xwe de li Silêmaniyê hat bibîranîn

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çilrojiya şehadeta Şehîd Ferhat Şiblî de ew bibîr anî bang li saziyên herêmî û navneteweyî kir ku erka xwe bi cih bînin û qada hewayî ji firînê re bigirin.

​​​​​​​Ferhat Şiblî di çilrojiya şehadeta xwe de li Silêmaniyê hat bibîranîn
27 tîrmeh, 2022   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye ya Başûrê Kurdistanê şehîd Ferhat Şiblî di çilerojiya şehadeta wî de bi merasimekê bi bî anî. Malbatên şehîdan, kesayetên naskirî û welatparêzan li Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li merasîmê bûn.

Bîranîn li Nûnertiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Nûnertiyê jî nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye ya li Başûrê Kurdistanê Evîn Siwêd daxuyanî xwend. Evîn Siwêd destpêkê di Şehîd Ferhat Şiblî û Jiyan Tolhildan hemû şehîdên Kurdistanê bibîr anîn.

Evîn Siwêd anî ziman ku dewleta Tirkiye ya faşîst ji bo sernixumandina pirsgirêkên xwe yên aborî, siyasî û pirsgrêkên mafê mirovan û ji bo pêkanîna xewin û xeyalên xwe ya vegera Împratoriya Osmanî bi hemû hovîtiya xwe ve êrîşî gelên cîran dike û got: “Hemû zagonên navdewletî binpêdike û rojana li Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê bi sedan sivîl têne bombebarankirin û dı encamê de qurbanî û zirar çêdibin û herî dawî li bajarê Zaxo û li Til Temir sivîl hatin hedefkirin û di encamê de bi dehan sivîl şehîd ketin û birîndar bûn.

Herî dawî 22’yê Tîrmehê 3 jinên têkoşer li bajarê Qamişlo hatin hedefkirin. Fermendar Jiyan Tolhildan û hevalên wê Roj Xabûr û Barîn Botan ku di nava pêngavên tunekirina DAIŞ’ê de pêşeng bûn bi rêya êrişeke balefiran hatin şehîdxistın û bi vî awayî dewleta Tirk ya faşîst hewil dide tola DAIŞ hilîne û yên ku cîhan ji terora DAÎŞ’ê xilas kirin dike hedef.”

Evîn Siwêd diyar kir ku divê îro jî hemû rojan pêwîstî bi yek helwestî û yekrêzıyê heye di nava gel û pêkhateyên herêmê de û got: “Da ku sazî û rêxistinên navdewletî neçarî helwest dayînê li dijî destdirêjî û dagirkeriya dewleta Tirk bike.”

Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd daxwaz kir ku qada hewayî li ber balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bê girtin.

Herî dawî Evîn Swêd sersaxî ji malbatên hemû şehîdan re xwest û bang li hikûmeta Herêma Başûrê û Iraqê kir ku erkên xwe bi cih bînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 17’ê Hezîranê 2022’an li Kelarê Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate şehîdkirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.