Di konê sersaxiyê de sûcên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî hatin şermezarkirin

Di bin konê sersaxiyê ya şehîdan Jiyan Tohildan, Roj Xabûr û Barîn Botan de, sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê û bêdengiya navneteweyî hatin şermezarkirin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Di konê sersaxiyê de sûcên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî hatin şermezarkirin
27 tîrmeh, 2022   13:41
TEBQA

Konê sersaxiyê yê fermandar Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbya ve hate veda. Di roja duyemîn a merasîmê de, endamên Meclisên Qanûnsaz û Rêveber ên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqa, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, komîn û meclisên sivîl ên rêveberiyê beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2022/07/27/130556_hda-alawan.webp

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Qanûnsaz Huda El-Ewan bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqa axivî û got: “Destpêkê em sersaxiyê ji xwe û ji malbatên her sê şehîdan dixwazin.”

Huda El-Ewan wiha domand: “Divê dewleta Tirk a dagirker fêm bike ku ew nikare têkoşîna me bişikîne. Em ê rêya şehîdên xwe berdewam bikin ku destanên lehengiyê di rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nivîsandin. Em ê hewl bidin û têkoşîna xwe mezin bikin da ku azadî û armancên şehîdên xwe pêk bînin.”

Huda El-Ewan sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin ku cîhan li hemberê bêdeng e û wiha pê de çû: “Ji civata navneteweyî tê xwestin ku hesabê ji dewleta Tirk bixwaze ji ber sûcên dermirovî li dijî şêniyên herêmê pêk tîne.”

 (şx)

ANHA