Şehîd Viyan Amara li ser gora xwe hat bibîranîn

Mamosteyên li Kantona Kobanê şehîd Viyan Amara di salvegera şehadeta wê ya 9`an de bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle bi bîr anî.

Şehîd Viyan Amara li ser gora xwe hat bibîranîn
27 tîrmeh, 2022   13:08
KOBANÊ

Mamosteyên Kantona Kobanê tev li merasîma bîranîna şehîd Şevîn Kaya (Viyan Amara) bû ku di 26`ê Tîrmeha 2013`an de li gundê Kendal ê kantona Girê Spî di êrişên çeteyên Cebhet El-Nusra de şehîd bûbû.

Şehîd Viyan Amara, ji Bakurê Kurdistanê ye û roleke mezin di xebatên perwerdeyê li Rojava de lîst. Di akademiyan perwerde dida û xebatên dibistanên kantona Kobanê birêve dibir. Roleke pêşeng di pêşxistina zimanê kurdî de li Rojava lîst.

Di merasîmê de hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê Bekir Cerade axivî û rola mezin a şehîd Viyan Amara di qada perwerde û fêrkirinê de li Rojava silav kir.

Cerade got: “Şehîd Viyan, şehîda yekemîn a qada perwerdeyê li Rojava bû. Ji bo bîranîna wê herî kêm em dikarin rêya wê bişopînin. Bi dehan mamoste li ser şopa wê çûn û şehîd bûn.”

Her wiha Cerade diyar kir ku şehîd Viyan Amara ji bo xurtkirina rêgezên zimanê kurdî tê koşiye. Cerade soz da şehîd Viyan Amara ku xewna wê di qada perwerdeyê û pêşxistina ziman de bînin cih.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî jî axivî û hinek bîranînên xwe yên bi şehîd Viyan Amara re bi bîr xistin ku çawa bi pênûsa xwe şer dikir.

Eyşe Efendî wiha domand: “Şehîd Viyan dibistanek bû. Kê ew nas dikir, pê dihat girêdan. Dema pêwîst bû jîê çek rake, li hember dagirkerên Rojava rakir û şehîd bû.”

Di dawiyê de beşdaran baxên gulan danîn ser gora şehîd Viyan Amara.

Merasîm bi diruşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(şx)

ANHA