Yekitiya Esnafan a Tebqayê banga qirtina qada hawayî ya herêmê kir

Yekitiya Esnafan a Rêxistinên Civaka Sivîl a bajarê Tebqayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bang li NY`yê û rêxistinên mafên mirovan kir ku qada hawayî li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker bigirin.

Yekitiya Esnafan a Tebqayê banga qirtina qada hawayî ya herêmê kir
27 tîrmeh, 2022   13:11
TEBQA

Bi dehan nûnerên Rêveberiya Sivîl û Rêxistinên Civaka Sivîl ên Tebqayê li pêşiya avahiya rêxistinê kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û banga qedexekirina qada hawayî ya herêmê kir.

Hevserokê Yekitiya Esnafan Mîlad Faris daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku roj bi roj cîhan rastiya Erdogan nas dike ku rûyê nû yê Naziyê ye û dijminê mirovahiyê ye ku hewl dide rihê niştimanparêzî û neteweyî yê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku projeya Rêveberiya Xweser ku ji aloziya Sûriyê re çareseriyeke guncaw e, ne li gorî siyaseta Erdogan e.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku artêşa Tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû sûcan pêk tîne, herî dawî jî li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê bi balafirên bêmirov fermandarên QSD û YPJ'ê Barîn Botan, Jiyan Tolhildan û Roj Xabûr kir armanc. Her wiha bi rêya çeteyên xwe niştecihên li gundên ewle hedef digire.

Di daxuyaniyê de hemû kiryarên terorîstane yên Erdogan û çeteyên wê yên bi hinceta parastina sînorê xwe li herêmên ewle pêk tîne, hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: "Divê gelên cîhanê yê aştîxwaz dakevin qadan, zextê li hikumetên xwe bikin da ku ew ê zextê li dewleta Tirk bike da ku sûcên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne. Her wiha em bang li NY`yê û rêxistinên hiquqî û mirovî dikin ku qada hawayî ya herêmê li pêşiya balafirên Tirkiyê bigire. "

Yekitiya Esnafan di dawiyê de got: ''Xwîna şehîdan wê vala neçe. Em li ser soza xwe ne ku em ê heta pêkanîna armancên wan ên pêkanîna ewlehî, aştiyê li cîhanê û serxistina projeya neteweya demokratîk heta dilopa dawî ya xwîn şer bikin."

(eh)

ANHA