Li Siwêdayê şer berdewam e: 13 kes hatin kuştin

Şerê di navbera çekdarên xwecih ‘Rîcal El-Kerame’ û koma ‘Racî El-Felhût’ de li Siwêdayê didome. Li gorî bîlançoya dawîn, ji her du aliyan zêdetirî 13 kes hatin kuştin, 30 kes jî birîndar bûn.

Li Siwêdayê şer berdewam e: 13 kes hatin kuştin
27 tîrmeh, 2022   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên xwecih ên Rîcal El-Kerame yên Siwêdayê dorpêçkirina mala berpirsê koma çekdar a ser bi îstixbarata leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê Racî El-Felhût a li bajarokê Etîl ê bakurê Siwêdayê, didomînin.

Ji şeva din ve şerê li derdora mala El-Felhût didome. Li gorî bîlançoya dawîn, ji her du aliyan zêdetirî 13 kuştî û zêdetirî 30 birîndar hene (9 kuştî ji koma Racî El-Felhût, 4 kuştî jî ji çekdarên xwecih in ku êrişî navendên El-Felhût ên li bajarokên Selîm û Etîl kirine). Ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

SOHR`ê duh ragihandibû ku ji ber şerên li bajarokên Selîm û Etîl ên Siwêdayê, 10 çekdarên xwecih û koma Racî El-Felhût hatine kuştin.

(cx)