Jinên endamên Kongra Îslama Demokratîk hedefgirtina fermandarên YPJ`ê şermezar kir

Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina fermandarên YPJ'ê şermezar kir û soz da şehîdan ku heta bidestxistina azadî û serkeftinê şopdarên rêya wan bin.

Jinên endamên Kongra Îslama Demokratîk hedefgirtina fermandarên YPJ`ê şermezar kir
27 tîrmeh, 2022   12:01
QAMIŞLO

Dagirkeriya Tirk li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet li dijî jinan sûc û komkujiyan didomîne. Herî dawî jî fermandara Yekîneyên Antî-Teror (YAT) Jiyan Tolhildan, fermandara YPJ'ê Roj Xabûr û endama YAT`ê Barîn Botan di 22'yê Tîrmehê de dema ji Foruma Şoreşa Jinan a li Qamişloyê vedigeriyan, şehîd kirin.

Têkildarî mijarê, Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk a li Qamişloyê daxuyaniyek da û tê de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.  Seroka meclisê Emîra El-Izo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku êrişên dewleta Tirk sûcên terorî ne û hate gotin: “Ev senaryoyeke nû ya êrişên dijberî peymanên navneteweyî û rêgezên mirovî, azadiyên bingehîn û mafê jiyanê ye.”

Her wiha hat destnîşankirin ku ev êriş ji bo şikandina vîna jinan, têkbirina têkoşîna wan e. Meclisê bang li tevahî jinan kir ku li hember bêdengiya navneteweyî û çavgirtina ji binpêkirinên hovane re, tê bikoşin. Her wiha bang li civata navneteweyî, saziyên sivîl û rêxistinên jinan jî hat kirin ku li hember van destdirêjiyan xwedî helwesteke cidî bin.

Meclisê di dawiyê de soz da ku heta bidestxistina azadî û serkeftinê dê şopdarên rêya şehîdan bin.

(dm)

ANHA