Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî da malbata şehîd Jiyan Tolhildan

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sersaxî ji malbata têkoşer û fermandara QSD`ê û fermandara Hêzên Antî-Teror (YAT) Jiyan Tolhildan re xwest, ku 22`yê Tîrmehê de êrişa balafira bêrmiov a dagirkeriya Tirk de şehîd bû.

Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî da malbata şehîd Jiyan Tolhildan
27 tîrmeh, 2022   11:43
HELEB

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, saziyên sivîl, partiyên siyasî, YPG û YPJ`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li pêşiya konê Meclisa Malbatên Şehîdan li hemberî mala malbata şehîd Jiyan Tolhildan (Selwa Yusif) a li taxa Şêxmeqsûd vegirtin, kom bûn.

Wêneyên şehîdan, rêber Abdullah Ocalan û şehîd Jiyan Tolhildan, Barîn Botan û Roj Xabûr, alên YPG û YPJ`ê û Meclisa Malbatên Şehîdan li bin kon hatin daliqandin.

Destpêka merasîmê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Remziye Salih axivî û sersaxî ji malbata şehîd Jiyan û malbatên şehîdên ji bo mîsogeriya jiyana birûmet û azad canên xwe feda kirin re xwest û got: "Dewleta Tirk a dagirker û xayîn û yên bi ser wê ve dê nekarin armancên xwe pêk bînin û bi şehadeta van lehengan israra me ya li ser berxwedanê xurttir dibe û em ê li dijî vê dewletê bi ser bikevin."

Endama rêveber a Kongra Star Zeyneb Îbo anî ziman ku jinan di Şoreşa Rojava de rola xwe list û li dijî çeteyên DAIŞ`ê û artêşa Tirk li ber xwe da da ku parastina mafên xwe bike, lewma ji aliyê dagirkeran ve têne hedefgirtin û bi wê re hewl didin vîna wan bişkînin.

Endamê rêveber ê Meclisa Şehîd Cengîz a Taxa Eşrefiyê Elî Şêx soza şopandina xeta şehîdan da ku rêya azadî û demokrasiyê ji wan re ronî kirin. Her wiha Şêx got ew ê li ser bingeha fikir û felsefeya şehîdan xwe bi rêxistin bikin.

Şêx anî ziman ku gelê li ser bingeha fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û şehîdan tê dikoşe, tu kes nikare vîna wan bişkîne yan jî wan qir bike. Elî Şêx êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şehbayê şermezar kirin.

Her wiha Elî Şêx bang li gelê herêmê kir ku li dijî van êrişan destekê bidin hêzên leşkerî ku herêm were parastin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bi saya hevgirtina pêkhateyan em ê li dijî dijmin bi ser bikevin."

(eh)

ANHA