Duh bi şev çi li kantona Şehbayê û navçeyên Şêra û Şêrawa çêbû?

Duh bi şev artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên kantona Şehba û navçeyên Şera û Şêrawa yên başûrê kantona Efrîn a dagirkirî topbaran kirin, di encamê de 3 welatî û 3 zarok birîndar bûn.

Duh bi şev çi li kantona Şehbayê û navçeyên Şêra û Şêrawa çêbû?
Duh bi şev çi li kantona Şehbayê û navçeyên Şêra û Şêrawa çêbû?
Duh bi şev çi li kantona Şehbayê û navçeyên Şêra û Şêrawa çêbû?
Duh bi şev çi li kantona Şehbayê û navçeyên Şêra û Şêrawa çêbû?
27 tîrmeh, 2022   09:37
ŞEHBA-CUDÎ SÎPAN

Duh artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek gundên kantona Şehbayê û navçeyên Şêra û Şêrawa yên başûrê Efrînê ya dagirkerî, topbaran kirin.

Artêşa Tirk navçeya Til Rifet û gundên Herbel, Kefirnaya, Kefir Nasih, Şêx Hîlal, Şêx Îsa, Um Hoş, mezreyên Hesacik, Um El-Qura, Til Medîq û bendava Şehbayê topbaran kirin.

Li navçeya Şêrawa jî gundên Bêneh, Aqîbê, Soxonakê û Teneb û li navçeya Şêra jî gundên Keştar, Merenaz, Alqemiyê, Malikiyê, Şoraxe, keleha Şoraxe û balafirgeha Minix topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker zêdetirî 50 top avêtin herêmên Şêrawa û zêdetirî 140 topên hewan û moşek jî avêtin Şera, di heman demê de zêdetirî 750 top avêtin kantona Şehbayê. Bi vî awayî di çend saetan de hezar topên hewan û moşekan hatin avêtin.

Di encama topbaranê de li derdora navçeya Til Rifetê 6 kesên kartol berhev dikirin, birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Avrîn û yek ji wan jî rakirin nexweşxaneyeke bajarê Helebê.

Kesên di encama topbaranê de birîndar bûne, ev in: Sewsen Sibhî Mistefa ya (14), Kewser Mistefa (17), Lemya Hesen, Roxaş Reşo (15), Fehîme Reşo (22) û Etriye Mihemed Şobek (20).

Li navenda navçeya Til Rifetê zêdetirî 22 hezar welatî dijîn û ji wan 7 hezar niştecihên resen in û yên din jî koçberên ji kantona Efrînê ya dagirkirî ne.

Li aliyekî din jî li herêmê şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de derket. Hêzên hikumeta Şamê gelek baregehên artêşa Tirk ên li herêmên dagirkirî yên li bajarê Ezaz, Marî û Efrînê topbaran kirin, di encamê de jî 5 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û 9 leşkerên din jî di encama topbarana baregeha leşkerî ya li gundê Kulcibrîn a li hemberî Ezazê de birîndar bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker piştî plana êrişkirina Til Rifet û herêma Minbicê, zêde êrişî kantona Şehba û navçeyên Şêra û Şêrawa dike.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker di kêmî mehekê de 3 caran bi balafirên bêmirov êrişî Til Rifetê kir û navendên hêzên hikumeta Şamê kirin armanc, di encamê de 4 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

19`ê vê mehê jî artêşa Tirk barageheke leşkerî ya hêzên Îranê ya li gundê Bêneh ê Şêrawa kir armanc, di encamê de leşkerek hate kuştin û gelek birîndar bûn.

(eh)

ANHA