Tevî zehmetiyan jî çandina garis li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêş dikeve

Çandina garis di sala xwe ya duyemîn de di aliyê rûbera çandinê, destekdayîna cotkaran û amadebûna Şîrketa Pêşxistina Çandinî de ji bo kirîna berheman bi nirxên baş, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê baş bi pêş dikeve.

Tevî zehmetiyan jî çandina garis li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêş dikeve
27 tîrmeh, 2022   08:11
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê çandina garis de gavên baş diavêje, lê belê gelek zehmetî jî wek kêmkirina rêjeya ava Firatê ji aliyê dewleya Tirk a dagirker ve, derdikevin.

Berhma garis ji berhemên herî girîng û stratejîk e ku di gelek xwarinan de tê bikaranîn, her wiha di xwarinên zarokan, êmê sewalan û derxistina zeyta garis de jî cih digire.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çandina garis cihekî guncaw e ku ji ber başbûna ax û hewaya wê, her donimek zevî hezar û 200 kîlogram berhem dide, lê ji ber rewşa şer, êrişên çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker û qutkirina ava Firatê bandor li çandiniyê û paş de çû.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya Desteya Çandinî û Avdanê, planeke stratejîk ji bo pêşxistina çandina garis danî ku ew ê tovan li cotkaran belav bikin, mazotê ji wan re ji bo avdanê û semad jî ji wan re peyda bikin. Her wiha Şîrketa Pêşxistina Çandinî ji bo kirîna berhema garis bi nirxên baş ji cotkaran û derxistina wê derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, amade ye. Di encama van hewldanan de, çandinî hêdî hêdî bi pêş ket.

Her wiha gelek cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di du salên borî de berê xwe dan çandina garisê spî da ku ji bo êmê sewalan bi kar bînin.

Gerînendetiya Hilberandina Şînatî ya herêma Cizîrê da zanîn ku 82 hezar û 698 donim li hezar û 582 gundan hat çandin, hejmara cotkaran jî gihişt 8 hezar û 22 û tê payîn ku hejmar zêdetir bibe. Her wiha gerînendetiyê 2 milyon û 480 hezar û 940 lître mazot ji cotkaran re bi rêjeya 30 lître ji her donimekê re, peyda kir.

TENÊ LI DÊRIKÊ 11 HEZAR DONIM GARIS HEYE

Îsal cotkarên Dêrikê berê xwe dan çandina garis, rûbera ku hatiye çandin jî 11 hezar donim e, her wiha ew hewl didin çandina wê bi pêş bixin.

Endezyara çandiniyê ya Şîrketa Gel a Çandiniyê (a girêdayî Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê), Nalîn Ezîz ji ajansa me re wiha axivî: “Armanc ji çandina garis pêşxistina berhemdayîna çandiniyê ye û di encamê de zeyt û êmê sewalan were peydakirin.”

Nalîn Ezîz wiha domand: “Berhema ku li herêmên Koçerat û Beravê hatine çandin du cure ne, cureyek ji bo êmê sewalan û ya din jî ji bo derxistina zeytê ye. Ji bo pêşxistina vê çandiniyê cureyek nû ji tovan ji bo mewsima bê, hat bidestxistin.”

Her wiha Nalîn Ezîz diyar ku eger mewsim bi ser ket, dê ew tov li hemû cotkaran werin belavkirin da ku di dema pêş de tovan nekirin û ji derve neynin.

Der barê rêbaza kar de, Nalîn Ezîz destnîşan kir ku çandin bi amûr û teknîkên pêşketî tê kirin, Şîrketa Gel şîret li cotkaran belav kir ku tê de rêbazên şîrketê di çandina garis de hatine şîrovekirin.

Nalîn Ezîz wiha domand: “Armanca Şîrketa Gel ji çandina garisê zer ew e ku hejmarê tovan (dendikan) pir bibe û li cotkaran werin belavkirin. Her wiha ji bo peydakirina êmê sewalan, tovan û peydakirina pêdiviyên şêniyan ji zeytê.”

Girêdayî çarenûsa berhemê Nalî Ezîz wiha anî ziman: “Berhem dê ji bo Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Dêrikê were radestkirin.”

BERHRMA GARIS LI REQA DI NAVBERA SERKETIN Û KÊMBÛNA AVÊ DE

Berhema garisê zer li Reqa ji berhemên stratejîk û girîng e ji bo cortkarên Reqayê, ku piştî berhema genim, garis cihê xwe di girîngiyê de digire; ji ber hewa û axa guncew e jê re, lê gelek zehmetî li pêşberî vê çandiniyê derdikevin di serî de kêmbûna rêjeya ava Firatê.

Der barê berhema garis de, cotkarê bi navê Mehmûd El-Ehmed ê ji rojavayê Reqayê, wiha anî ziman: “Kêmbûna ava Firatê û pêdiviya garisê zer bi ava pir heye, ev yek bi awayekî neyînî bandor li mewsîma îsal kir.”

El-Ehmed wiha domand: “Mewsima garisê zer gelekî girîng e û êdî di aliyê rûbera çandinê de gihişt mewsima pemboyê li herêmê, ji ber ku lêçûna wê hindik e û pêwîstiya wê bi karmendên zêde jî tune ye.”

El-Ehmed ev li gotinên xwe zêde kir: “Berhemdayîna garisê zer îsal dê kêm be, ji ber gelek sedem û zehmetiyan, wek kêmbûna ava avdanê û belavbûna kurmikan.”

Serokê Nivîsgeha Îrşadê ya Komîteya Çandinî û Avdanê, endezyar Mihemed El-Receb wiha anî ziman: “Em niha li ser belavkirina ruxsetên çandina garis li cotkaran dixebitin, ku li gor plana çandiniyê dê bi rêjeya ji sedî 40 be.”

El-Receb wiha domand: “Koperatîfên cotkaran dest bi xebatên pêşkêşkirina ruxsetan ji cotkaran re kirin. Em ê ji bo her donimekê 30 Kîlogram semada yorya û 15 Kîlogram semadê fosfat, her wiha 10 lître mazot ji bo cotariyê û 50 lître ji bo avdanê di tora avdanê de û 80 lître derveyî avdanê pêşkêş bikin.”

El-Receb wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Cotkar berê xwe didin çandina garisê zer li şûna pembo, ji ber ku pêdiviya garisê zer bi karmendên zêde wek pemboyê tune ye, her wiha lêçûna xwe kêm e û berhemdayîn jî pir e, ew jî bi sedema peydabûna tovên baş li sûkê ye.”

Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê berî sê salan li Reqa kargeha garisê zer ê hişkkirî  vekir, da ku berhema garis ji cotkaran wergire û barê wan sivik bike, ku her donimek garis  ji 700 heta hezar û 200 kîlogram berhem da.”

(mh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7Y_agcf_fQw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>