Rojnameyên erebî: Tu pêşketin di têkiliyên Misir û Tirkiyê de nîn e

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa nakokiyên aliyên kurdî yên Iraqê, têkiliyên dewleta Tirk û Misirê û destûra nû ya Tûnisê kirin.

Rojnameyên erebî: Tu pêşketin di têkiliyên Misir û Tirkiyê de nîn e
27 tîrmeh, 2022   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

BARZANÎ IRAQIYAN ŞANTAJ DIKE: YAN SEROKATIYA KOMARÊ, YAN JÎ ASTENGKIRIN

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsî: "Çavên iraqiyan li hêzên kurdî yên sereke ne ku girêka serokatiya komarê çareser bikin, ew jî piştî ku hêzên şîe yên Çarçoveya Hemahengiyê de bi ser ketin û gihaşt lihevkirinekê li ser hilbijartina wezîrê kar û barên civakî Mihemed Şiya El-Sûdanî ji bo serokwezîriyê.

Aliyên siyasî yên iraqî diyar kirin ku helwestên PDK’ê yên li ser bazariyê dibe ku çi lihevkirineke bi YNK’ê (Yekitî) re ji bo namzetiya serokatiya Iraqê asteng bike, di heman demê de ji bo şantajkirina Çarçoveya Hemahengiyê ne.

Aliyên siyasî bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên PDK’ê yê bi serkêşiya Mesûd Barzanî ku namzetiya serok Berhem Salih red dike û amaje bi wê yekê dikin ku dê sêyeka asteng bi kar bînin da da ku lidarxistina civîna taybet bi hilbijartina serokê Iraqê asteng bikin. Ew jî xizmeta dirêjkirina krîza li welat dike.

Beriya demekê, rayedarên PDK’ê ragihandibûn ku ger krîza siyasî ya Iraqê berdewam bike, tiştekî ku ew ji dest bidin tune ye. Bi wateyeke din, ger ji rola çareserkirina krîzê tu sûdê negirtin, baştir e ku krîz dewam bike. Nexasim ku ew yek bandorê li rewşa wan li Herêma Kurdistanê nake, ku ji salên 1990`î de bi awayekî xweser tê birêvebirin.

PDK ji bo bidawîkirina aloziya serokatiya komarê du bijarde pêşniyar kirin. Yek: li parlamantoya Kurdistanê li ser namzetê serokatiyê dengdan bê kirin, du: giraniyê bidin biryara bloka parlamantoyê ya mezin a hêzên kurdî ku ya PDK`ê ye.

Hin alî dibêjin ku ev her du pêşniyarên partiya Barzanî, hewldana reva ji senaryoya 2018`an e dema ku PDK û YNK du namzet hilbijartin û namzetê YNK`ê hatibû qebûlkirin û Berhem Salih hat pejirandin.”

TÊKILIYÊN MISIR Û TIRKIYÊ: DI NAVBERA NÊZBÛN Û VEDÎTINÊ DE

Li ser têkiliyên di navbera Misir û Tirkiyê de, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Çavdêran da zanîn ku nîşaneyên nû yên dewamkirina rêgeha normîlîzakirina têkiliyan xuya dikin. Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan carek din behsa dan û standinên di astên payebilind de bi Misirê re, kir. Erdogan roja duşemê daxuyan ku tu astengî li pêş pêkanîna dan û standinên payebilind bi Misirê re ji bo normîlîzakirina têkiliyan, tune ne. Ji ber ji beriya zêdetirî salekê ve di dan û standinên navbera her du welatan de tu pêşketin çênebûne û Enqere dixwaze bi lez pêk bên.

Dîplomatên misirî li ser daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê gotin ku Qahîre li benda gavên li ser erdê û tedbîrên zêdetir e.

Erdogan şeva duşem-sêşemê ji televîzyona fermî ya Tirkiyê axivî û got dan û standinên di navbera Enqere û Qahîreyê di astekî nizm de bi rê ve diçin û tu bend li pêş wê tune ne ku bigihîn astekî bilind. Lihevkirineke dualî di navbera her du welatan de têrker e. Lê Qahîre li ser wê yek tu tiştek negot.”

ZÊDETIRÎ JI SEDÎ 94 JI HILBIJÊRÊN TÛNISÎ DENGÊ XWE DAN DESTÛRA NÛ

Der barê Tûnisê de, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "li gorî tora Sky News Arabiye, Desteya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Tûnisê ragihand ku îro tûnisiyan li ser projeya destûrê erê kir, ku di 25’ê Tîrmehê de referandûmê li ser hat kirin. Hêvî hene ku welat bi îstiqrara siyasî ve biçe.”

Serokê desteyê Farûq Bo Esker di civîneke çapemeniyê de got ji sedî 94,60 ji tûnisiyan dengê erê da projeya destûrê.

Bo Esker diyar kir ku hejmara çavdêrên herêmî û biyanî ji bo pêkanîna referandûma destûra  Tûnisê, roja duşemê gihaşt 5 hezar û 800`î.

Bo Esker eşkere kir ku referandûma li ser projeya destûrê di bin çavdêriya kesên herêmî û biyanî de pêk hat.

Desteyê destnîşan kir ku tu tevlihevî li navendên dengdayînê yên li Tûnisê çênebûn û hemû navendan deriyên xwe di demên diyar de ji bo pêşwazkirina tûnisiyan vekirin."

(fr)