​​​​​​​Bîlançoya sê rojan a êrişên li ser Zirgan û Til Temirê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 72 saetên dawî de 31 gundên bakurê rojavayî kantona Hesekê topbaran kirin. Di van êrişan de cihên niştecihan, navendên giştî û derdora baregeha Rûysayê bi 458 guleyan obîsan hatin hedefkirin. Di encamê de 9 welatî birîndar bûn. Her wiha leşkerekî hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da û 3 şervanên Meclisa Parastina Xabûr a Asûrî birîndar bûn. Heman demê ziyanên mezin gihiştin mal û milkên welatiyan.

​​​​​​​Bîlançoya sê rojan a êrişên li ser Zirgan û Til Temirê
​​​​​​​Bîlançoya sê rojan a êrişên li ser Zirgan û Til Temirê
​​​​​​​Bîlançoya sê rojan a êrişên li ser Zirgan û Til Temirê
​​​​​​​Bîlançoya sê rojan a êrişên li ser Zirgan û Til Temirê
​​​​​​​Bîlançoya sê rojan a êrişên li ser Zirgan û Til Temirê
27 tîrmeh, 2022   01:45
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên navê artêşa niştimanî ya Sûriyê li xwe dikin, ji roja Yekşema borî ve êrişên xwe li ser navçeyên Zirgan û Til Temir ên kantona Hesekê dijwar kirine. Ev êriş ji 2019'an ve yên herî giran bûn.

Di encama êrişên 72 saetên dawî yên li ser Til Temir û Zirganê de, ziyanên mezin gihaştin mal û milkên welatiyan û navendên xizmetguzariyê, her wiha qurbanî çêbûn ku di nav de jin û zarok hene.

23'ê Tîrmehê, hêzên dagirker gundên Um El-Kêf, Ebûş û Dirdar yên dikevin rojava û bakurê navenda navçeya Til Temirê bi 119 guleyên obîs, tank û hawnan kirin hedef.

Di êrişa li ser gundê Um El-Kêf de 3 şervanên Meclisa Parastina Xabûr a Asûrî birşndar bûn. Her wiha xetên 66 K. F û 20 K. F yên ku kehrebeyê didin stasyona navçeya Til Temirê hatin hedefkirin. Di encamê de stasyon ji xizmetê derket û ziyanên mezin gihaştin milkên welatiyan.

24'ê Tîrmehê, artêşa Tirk û çeteyên wê yên dagirkir gundên Til Şenan, Micbîra yê stratejîk ê li ser rêya M4 ya di navbera Til Temir û Qamişlo de topbaran kirin.

Her wiha gundên Dirdra, Ebûş, Şêx Elî, Qibûr Qeraçîna û derdora baregeha Rûsya ya li aliyê bakurê navenda navçeyê ya li ser rêya Zirganê, gundên Um El-Kêf, Til Cuma û Mezraya di navbera navenda navçeyê û tuned Til Cuma yê asuriyan de dan ber topan.

Heman demê gundên Til Kêfçî yê asûriyan, depoya genim a li gundê Um El-Kêf, Til Tewîl ê asuriyan, Tewîla, Siker, El-Ihêmir, Deşîşa, Exîbiş û Qesir Tûma Yelda yên dikevn rojavayê navenda navçeya Til Temirê hatin topbarankirin.

Li navçeya Til Temirê jî hêzên dagirker navenda navçeyê, gundê Dada Ebdal, Merzî, Til Hermel, Esediyê û Til Emîr ji êrişan nefilitîn.

Li gorî nûçegihanê me ji herêmê ragihand, artêşa Tirk a dagirker di 24'ê Tîrmehê de gundên Til Temir û Zirganê bi 173 guleyên obîsên giran, hawan û tankan topbaran kirin. Di encamê de bi dehan malên welatiyan hilweşiyan, her wih ziyanên mezin gihiştin milk û sewalên wan.

Di topbarana li ser Til Temirê de welatiyê bi navê Hisên Îbrahîm Ebûş şehîd bû, 5 welatî di nav de du jin jî birîndar bûn. Navê birîndaran wiha ne; Fayîz Mehmûd El-Xidêr, Ferhan Elo Xelo, Wedha Bû Omer, Raciha Yasîn Minîtî. Navê birîndarê din nehat zanîn.

Di encamên êrişa li ser navçeya Zirganê de 4 welatî birîndar bûn; Mûeyed Ebdullah û kurên wîMihemed û Teysîr Mûeyed Ebdullah ji gundê Merzê ne. Di êrişa li ser ketina navçeyê ya başûr de welatiyê bi navê Mihemed Qasim birîndar bû.

Her wiha leşkerekî hêzên hikumeta Şamê di êrişa li ser gundê Esediyê yê bakurê rojavayê navçeyê de jiyana xwe ji dest da.

25'ê Tîrmehê, hêzên dagirker ji saetên destpêkê yên sibeha ve careke dikin êrişî gundên Til Temir û Zirganê kirin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Tewîla û Til Tewîl ên rojavayê navend navçeya Til Temirê, gundên Esediyê, Gozeliyê, Xedrawî, Til Werd, Xirbe Şeyîr, Til Hermel, Dada Ebdal û Sefa  bi 166 guleyên moşekan  kirin armanc. Her wiha bi çeka doşka ya navîn gundên Bisês û Niwêhat topbaran kirin.

ANHAكو a Til Temirê, gundên Esediy, ibeha ve, hêzên dagirker gundên navçeyên hiştin milk û sewalên wan.

ANHA