Ji bo bîranîna pitika bi navê Zehra ya li Zaxoyê hate qetilkirin - Şukru GEDÎK

Ji bo bîranîna pitika bi navê Zehra ya li Zaxoyê hate qetilkirin - Şukru GEDÎK
27 tîrmeh, 2022   00:48

Welatiyên Iraqê yên ji bo betlaneyê ji Mûsilê çûbûn Zaxoyê, li seyrangeheke li nêzî gundê Perex ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bombebarankirin. Tevî pitika yeksalî Zehra û hin zarokên din jî, 9 kes bi awayekî hovane hatin qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûn.

VÊ CARÊ NEKARÎN KESÎ ÎQNA BIKIN

Li seyrangeha li gundê Perex ê Zaxoyê mirin barandin. Heke em nirxandinên mîna bendewariyên siyasî yên bi bombebaranê, berjewendiya dewletan, bêaqiliya mêjiyê siyasî ku hewl dide ji tengezariyê sûdê wergire, bi komployan re derfetan biafirîne, zemînekê ji provokasyonan re peyda bike û hwd bidin aliyekî, aliyê mirovî gelekî xedartir e. Jin û zarokên diçûn betlaneyê bi zanebûn hatin qetilkirin. Cihê komkujî lê hat kirin ne qada leşkerî ye, lê ev komkujî çima? Gelek pirs hene ku divê bên bersivandin. Dewleta Tirk mîna her carê difikirî ku dê vê komkujiyê ji ser xwe biavêje û bixe stûyê PKK'ê. Desthilatdarên ku derew ji xwe re kiribûn adet, vê carê nekarîn kesî îqna bikin.

ZAROKÊN HATINE QETILKIRIN

Hejmara zarokên ji aliyê Tirkiyê ve hatine qetilkirin, bi Zehrayê re her ku diçe zêdetir dibe. Qetilkirina bi dehan zarokan bi zanebûn û plankirî, bi serê xwe sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ev zarok di nava şer de nehatin qetilkirin. Pitika Zehra ya yeksalî ya ji Bexdayê li havîngeheke Zaxoyê, Saleh Nasir Hidir ê 12 salî yê ji Şengalê tevî bapîrê xwe li hundirê dikana li Sînûnê bi dronekê, Ugur Kaymaz ê 12 salî bi 13 guleyan li ber mala xwe ya li Qoserê tevî bavê xwe, Ceylan Onkol a 12 salî bi topa hewanê 200 metreyan dûrî mala xwe ya li gundê Şenlik ê Licê, Berkîn Elvan ê 15 salî bi fîşeka gazê ya berî serê wî dan ku çûbû nan bikire, Mazlum Akay ê 11 salî dema diçû mala xwe bi bombeya gazê hatin qetilkirin.

Lîste gelekî dirêj û giran e. Bi dehan zarokên din jî dema li tax û kolanên xwe dilîstin di bin panzerên leşkeran hatin pelçiqandin û ji ber gaza îsotê, mayinan û guleyên leşker-polîsan hatin qetilkirin. Bîlançoya zarokên qetilkirî di raporên gelek saziyên civaka sivîl de tomarkirî ne. Di parlamentoyê de jî di belgeyên fermî yên dewletê de tên qeydkirin. Ev dane, rapor û bîlançoyên saziyên lêpirsîna zarokên qetilkirî kirine, belgeyên rasteqîn in ku rewşa Tirkiyê nîşan didin. Bi sedan zarok bi zanebûn ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin. Di nava van de pitikên 35 rojî jî hene.

ÇEKÊN KOMKUJIYAN HOVITZER TENÊ DI ENVANTERA TIRKIYÊ DE HENE

Kevneşopa dewleta Tirk a qetilkirina zarokan kevn e. Ew ji wê çandê ne ku zarokên di zikê dayikên xwe de bi singuyan qetil dikin. Li lîsteya zarokên qetilkirî pitika bi navê Zehra jî zêde kirin. Dewleta Tirk Zehra bi topa 155 mm a Hovitzer kuşt, lê tevî ku sûcê wê aşkera bû jî, hewl dide vê komkujiyê binixumîne.

Hovitzer çekek e ku menzîla wê 30 km ye. Ev guleya topan tenê di envantera Tirkiyê de heye. Çawa ku berê kir, bi lîstikêb Osmaniyan, bi sûcdarkirina PKK'ê, bi dek û dolaban, nikare vê carê rûyê xwe veşêre. Rayedarên PDK'ê yên ji qetilkirina Zehrayê berpirsyar, tabûta wê hilgirt ku ev bi xwe jî mijareke din a şîroveyê ye. Rewşeke wisa ye ku mirov dibêje 'ev çend durûtî jî nabe'. Hem qetil dikin hem jî tabûta wê hildigirin.

ŞEHÎDBÛNA ZEHRAYÊ GELÊN IRAQÊ RAKIRIN SER XWE

Dewleta Tirk bi kuştina Zehrayê sûcdar e û sûcê wê aşkera ye. Piştî vê qonaxê divê çi bê kirin? Ji bo welatiyên Iraqê yên hatine qetilkirin, dewleta Iraqê xwedî maf û erk e ku gavên pêwîst biavêje. Tirkiyê heta li Başîqayê ya li ber Mûsilê baregeheke leşkerî ava kiriye. Bi dehan baregehên leşkerî yên bi vî rengî, hêzeke dagirker in. Wezîfeya bingehîn a Iraqê ye ku dawî li vê yekê bîne û erkên xwe yên ji ber mafên xwe yên serweriyê bi cih bîne. Divê berpirsyariya xwe ya li ser vê komkujiyê jî bibîne û gavên şênber biavêje. Şehîdbûna Zehrayê gelên Iraqê rakirin ser xwe. Mesaja ku bi bêgunehiya xwe dide civakê zelal e; divê ev barbarî bê sekinandin. 

Ev pirsa han ne tenê ji bo Iraqê ye û tenê dewleta Iraqê eleqedar nake. Bi sedan zarokên Kurd ên bêguneh ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Aliyên ji qetilkirina bi sedan Zehrayan berpirs in, lazim e bikevin nava tevgerê. Di serî de divê NY li peymanên xwe bibe xwedî. Di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Peymana Mafên Mirovan a Navneteweyî de, di Deklarasyona Cinêvê ya Mafên Zarokan de, bi kurtasî di hemû peymanan de ku ji aliyê NY’yê ve hatine pejirandin, divê li gorî bendên ku mafên zarokan dipejirînin û ji bo her kesî derbasdar in, tev bigere.

DIVÊ KOMKUJIYÊN DEWLETA TIRK ÊN LI DIJÎ ZAROKAN BÊN DARIZANDIN

Her wiha saziyên bi taybetî bi navê parastina mafên zarokan tev digerin, divê komkujiyên li dijî zarokan ên li Kurdistanê bixin rojeva xwe û peywirên xwe bi cih bînin. Saziyên wekî UNICEF, Komeleya Zarokên Cîhanê, Komeleya Qasidên Mafên Zarokan a Navneteweyî (ICHLD) û hwd, divê li ser komkujiyên zarokan ên li Kurdistanê lêkolînan bikin û bi biryarên li dijî dewleta Tirk bikevin nava tevgerê. Rêxistinên ku ji ber sedemên siyasî erka xwe ya parastina zarokan pêk naynin û heta peyama şermezarkirinê jî nadin, nikarin parastina mafên zarokan bikin. Divê dewleta Tirk ji ber komkujiyên li dijî zarokan û îstîsmara zarokan bê darizandin û mehkûmkirin.

Heke piştî kuştina pitika bi navê Zehra li dijî dewleta Tirk gavên şênber neyên avêtin û pêşî lê neyê girtin, dê Zehra careke din bê qetilkirin. Ji ber masûmiyeta Zehrayê û hurmeta ji bo mafên zarokan, wezîfeya her kesî ye ku êrişên dewleta Tirk bisekinîne û zarokan bide jiyandin.