Sabit Cewher: Em destekê didin Iraqê ku hêzên Tirkiyê derxe

Nûnerê êla Şerabîn li Sûriyê Sabit Cewher li ser binpêkirina xaka Iraqê û gelê wê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve heke tu helwesteke tund li hember êrişên wê nîşan neda, hişyarî da û got: "Dewleta Tirk armanc dike herêmên zêde ji Iraq û Sûriyê dagir bike ku Osmaniyê vegerîne."

Sabit Cewher: Em destekê didin Iraqê ku hêzên Tirkiyê derxe
27 tîrmeh, 2022   03:30
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Tîrmehê de li gundê Perex ê Zaxo yê girêdayî parêzgeha Dihokê ya li Başûrê Kurdistanê komkujiyek pêk anî, di encamê de 9 welatî hatin qetilkirin û 23 birîndar bûn.

Nûnerê Şerabîn li Sûriyê Sabit Cewher komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê pêk aniye şermezar kir û wiha got: "Em eşîrên Ereb li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û li Sûriyê bi giştî vê sûcê şermezar dikin, li kêlek hikumet û gelê Iraqê disekinin ku hêzên dewleta Tirk ku gefan li ewlehî û îstîqrara herêmê bi giştî dixwin, derxin."

Cewher wiha domand: "Êrişên ku dewleta Tirk a dagirker car bi car li ser xaka Iraq û Sûriyê pêk tîne, binpêkirina bêserûber e û komkujiya ku li Zaxoyê pêk aniye sûc e."

Cewher binpêkirina serweriya Iraqê red kir û wiha pê de çû: "Em çi destwerdana li kar û barên Iraqê ji hêla dewleta Tirk ve red dikin. Ji ber siyaseta ku dewleta Tirk pêk tîne bi armanca dagirkirina herêmên zêde ji xaka Sûriyê û Iraqê ye ku Osmaniyê vegerîne."

Cewher destnîşan kir ku dewleta Tirk welatê xwe veguherand jêdera terorê ya ber bi dewletên cîran û cîhanê ve û ev tişt got: "Dewleta Tirk bû stargeha terorîstan, bi taybet piştî ji cîhanê re îsbat kir ku ew komên terorîst fena DAIŞ û Cebhet El-Nusra perwerde dike. Kuştina 3 serçeteyên DAIŞ’ê li hundirê herêmên Sûriyê yên dagirkirî nîşaneya vê yekê ne."

Cewher da zanîn ku êdî dewleta Tirk li ser ewlehî û îstîqrara welatiyên li piranî dewletên cîran, bi taybet li Sûriyê û Iraqê, piştî destwerdana wê ya bêserûber li Azerbaycan, Lîbya, Iraq û Sûriyê xeteriyeke mezin e û ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk  ne tenê li ser Iraq û Sûriyê xeter e, lê belê li ser dewletên din jî, ji ber bûye baregeha terorê ya bingehîn."

Cewher bal kişand ser ku tiştê li xaka Iraqê pêk tê li Sûriyê jî bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, ji ber hikumeta Erdogan bi balafirên bêmirov welatiyan armanc dike. Cewher li ser bêdengiya civata navneteweyî, NY û Komkara Erebî ya têkildarî binpêkirinên ji hêla Tirkiyê ve matmayî ma.

Der barê bandorên pêkanîna dewleta Tirk a dagirker armancên xwe yên dagirkeriyê de Sabit Cewher hişyarî da hikumeta Iraqê û wiha got: "Heke helwesteke tund a hikumet û gelê Iraqê li hember binpêkirin û êrişên dagirkeriya Tirk tune be dê xaka Iraq û gelê wê li pêşberî wê bên binpêkirin û dê dewleta Tirk bi hemû hêza xwe û bi hemû rêbazan xaka Iraqê dagir bike û planên xwe li Iraq û Sûriyê pêk bîne."

Nûnerê êla Şerabî li Sûriyê Sabit Cewher wiha dawî li gotina xwe anî: "Em xwediyê vê xakê ne û em ê bi hemû derfet û hêzên xwe li hember dagirkeriya Tirk bisekinin."

(fr)

ANHA