Bîlançoya îro ya êrişên li ser herêma Efrînê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saetên destpêkê yên êvarî ve êrişên xwe li ser kantona Şehba û navçeyên Şera û Şêrawayê dijwar kirin. Bi giştî 940 guleyên obisê li herêmê ketine. Di encamê de 5 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Bîlançoya îro ya êrişên li ser herêma Efrînê
26 tîrmeh, 2022   21:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser kantona Şehbayê û gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê zêde kirine.

Bîlançoya îro ya topbarana li ser Efrîn û Şehbayê ku ajansa me bidestxistiye, wiha ye:

Navçeya Şêrewa: Bi kêmanî 50 guleyên obîsê li derdora gundê Bênê ketin.

 Navçeya Şera: Herî kêm nezî 140 guleyên obisê li gundên Meranazê, Alqemiyê, Şiwarqa û Kela Şiwarqa ketin.

Şehba: Herî kêm 750 guleyên obisê li gundên Minix, Ayndeqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Hirbil, Semuqa, Tilmadîq, Ziwan, Til Anab û bajarê Til Rifetê ketin.

Bi giştî 940 guleyên obisê li van gundan ketine, heta van kêliyan li hin cihan topbaran dewam dike.

Di encamê topbaranê de 5 welatiyên sivîl birîndar bûne, yek ji wan rewşa wê xeter rakirine Helebê û gelek zerar bi mal û milkên gundiyan hatiyê.

ANHA