Şehîd Jiyan Tohildan li Helebê ji aliyê bi hezaran ve hat oxirkirin

Bi merasîmeke girseyî cenazeyê fermandara QSD û ya YAT'ê Jiyan Tohildan li Goristana Şehîdan a li taxa şêxmeqsûdê hate veşartin.

Şehîd Jiyan Tohildan li Helebê ji aliyê bi hezaran ve hat oxirkirin
Şehîd Jiyan Tohildan li Helebê ji aliyê bi hezaran ve hat oxirkirin
Şehîd Jiyan Tohildan li Helebê ji aliyê bi hezaran ve hat oxirkirin
Şehîd Jiyan Tohildan li Helebê ji aliyê bi hezaran ve hat oxirkirin
Şehîd Jiyan Tohildan li Helebê ji aliyê bi hezaran ve hat oxirkirin
Şehîd Jiyan Tohildan li Helebê ji aliyê bi hezaran ve hat oxirkirin
Şehîd Jiyan Tohildan li Helebê ji aliyê bi hezaran ve hat oxirkirin
Şehîd Jiyan Tohildan li Helebê ji aliyê bi hezaran ve hat oxirkirin
Şehîd Jiyan Tohildan li Helebê ji aliyê bi hezaran ve hat oxirkirin
Şehîd Jiyan Tohildan li Helebê ji aliyê bi hezaran ve hat oxirkirin
26 tîrmeh, 2022   20:35
HELEB

Bi hezaran şêniyên Helebê cenazeyê fermandara QSD û ya YAT'ê Selwa Yûsif (Jiyan Tohildan) bi merasîmeke girêsdyî spartin axê.

Fermandara hêzên Antî-Teror Jiyan Tolhildan tevî du hevalên xwe, fermandar Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan 22'ê Tîrmehê  di êrişa dewleta Tirk a dagirker a bi balafira bêmirov a biçek a   li ser rêya Qamişlo de şehîd bûn.

Girseya şêniyan cenazeyê şehîd Jiyan Tohildan ji ber Nexweşxaneya Xalid Fecir wergirt û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li taxa Şêxmeqsûdê ve çûn. Girseya gel wêneyên her sê şehîdan û alên YPG û YPJ û YAT'ê hildan.

Li goristanê toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ve hate lidarxistin û deqeyek rêz hat girtin.

Bi navê Fermandariya Giştî ya YPG û YPJ'ê fermandar Rohilat Efrîn, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê endama meclisê Roşan Mihemed û bi navê malbata şehîd dayika şehîd Jiyan, Asya axivîn.

Rohilat Efrîn di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soz da ku dê tolê ji qatilên şehîd Jiyan Tolhildan û dagirkeran hilînin.

' JIYAN DI AFIRANDINA SERKEFTINAN DE MÎNAK BÛ'

Rohilat diyar kir ku tevî êrişên domdar ên li dijî destkeftiyên şoreşê lê bi hebûna bi hezaran mîna hevrê Jiyan ên ku mînakên têkoşîn û fedekariyê ne, têkoşîn dewam dike.

Rohilat Efrîn behsa têkoşîna şehîd Jiyan kir û anî ziman ku têkoşîna wê ji dema êrişên destpêkê yên li ser Serêkaniyê, heta Heleb, kampa Holê û Şengalê bû, di pêngavên rizgarkirinê de wekî ya Pêngava Şehîd Rûbar û rizgarkirina Minbic û Dêrazorê  gelek erk girtin.

Rohilat anî ziman ku şehîd Jiyan, di fermandariya aqilmend de mînakek bû ku serkeftinê çêdike û wiha domand: “Heke bingehên şoreşê ji aliyê Jiyan û hevalên wê ve hatibin avakirin, wê demê ev şoreş wê serî netewîne û dê ji xeta xwe jî dernekeve. Lê belê dê têkoşînê berdewam bike da ku armancan pêk bîne.”

Rohilat her du şehîdan Roj Xabûr û Barîn Botan bi bîr anî û got; “Her duyan ji bo rêgezên ku pê bawer kirine dema tev li şoreşê bûn, canê xwe feda kir.”

Rohilat Efrîn wiha pê de çû: “Em destpêka şoreşa xwe ji bîr nakin. Em ji berê bi hêztir in. Em ê têkoşîn û berxwedana xwe bi giyanê felsefeya rêber Abdullah Ocalan li hember dagirkeran berdewam bikin.”

'KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ BERPRISA ÊRIŞAN E'

Der barê êrişên balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker de Rohilat got: “Em bi navê Fermandariya Giştî ya YPJ`ê van êrişan şermezar dikin û dibêjin, Koalîsyona Navneteweyî berpirsa van êrişan e ku qada hewayî ya herêmê ku çavdêriya wê dike, tê binpêkirin.”

Rohilat wiha berdewam kir: “Hedefgirtina fermandara pêngava tunekirina DAIŞ`ê ji aliyê dewleta Tirk ve, yanî astengkirina hewldanên têkbirina DAIŞ`ê ye.”

Di dawiyê de Rohilat Efrîn diyar kir ku ew amade ne bersivê bidin û destkeftiyên gelên herêmê biparêzin.

'XIYANET Û HOVÎTÎ, SEDEMA ŞEHÎDXISTINA JIYAN Û HEVALÊN WÊ YE'

Her wiha hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Roşan Mihemed axivî û got Jiyan Tohildan, têkoşerek bû ku ji bo pêkanîna jiyana azad ji jinên herêmê re tê dikoşiya.

Roşan Mihemed wiha berdewam kir: “Xiyanet û hovîtî, sedema sereke ya şehîdxistina Jiyan û hevalên wê ye. Dê hesab ji xayînan bê xwestin.”

Di dawiyê de Roşan Mihemed ev anî ziman: “Em ê têkoşîna şehîdan berdewam bikin da ku welatekî demokratîk û azad li ser bingeha fikrên şehîdên azadiyê ava bikin.”

'JIYAN LI SER ŞOPA BIRAYÊ XWE ŞEHÎD ELÎ MEŞIYA'

Dayika şehîd Jiyan Tolhildan Asya axivî û got Jiyan li ser şopa birayê şehîd Elî meşiya ku rêgezên şoreşê biparêze.

Dayika şehîd di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û tolhildana şehîdên azadiyê da.

Paşê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zekiye Mistefa wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Dûre, cenazeyê şehîd Jiyan Tolhildan di nav tilîliyên dayikan de li Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye hat veşartin.

ANHA