​​​​​​​Dayik û bavê şehîd Rênas Roj spasiya QSD’ê kir

Dayika û bavê Fermandarê YPG’ê Rênas Roj Emîne û Seîd bi peyamekê spasiya QSD’ê kir ku noker û xayînên destê wan di şehîdkirina zarok û şervanên wan de hene, girtine.

​​​​​​​Dayik û bavê şehîd Rênas Roj spasiya QSD’ê kir
26 tîrmeh, 2022   20:05
NAVENDA NÛÇEYAN

  Piştî ku QSD’ê ragihand ku noker û xayînên destê wan di şehîdkirina yek ji Fermandarê YPG’’ê Rênas Roj û dîsa şervanên wan de heye, girtine; dayika û bavê Şehîd Fermandarê YPG’ê Rênas Roj Emîne û Seîd peyamek bi dîmen parve kir.

Dayik û bavê şehîd di serî de spasiya QSD’ê û gelê Rojava kir ku xwîna zarokên wan li erdê nemaye û piştevaniya xwe ya ji bo şervan û QSD’ê anî ziman.