​​​​​​​​​​​​​​`Hedefgirtina fermandarên jin, tohildana eşkere ye ji têkoşerên ku şerê DAIŞ`ê kirine`

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Tebqa bi armanca şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê û hedefgirtina her sê fermandên YPJ`ê daxuyaniyek da û tê de got: “Ev hedefgirtina tolhildana eşkere ye ji têkoşerên ku şerê DAIŞ`ê kirine.”

​​​​​​​​​​​​​​`Hedefgirtina fermandarên jin, tohildana eşkere ye ji têkoşerên ku şerê DAIŞ`ê kirine`
26 tîrmeh, 2022   15:14
TEBQA

Bi dehan endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Tebqa, rûspiyên êlên Tebqa li pêşiya avahiya partiyê kom bûn. Berdevka Meclisa Ciwanan a Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Tebqa Şeze El-Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de, meclisê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Partiya Yekitiya Demokratîk (PDK) ji Nîsanê ve êrişên berfireh li dijî Herêmên Parastinê yên Medya yên Başûrê Kurdistanê pêk tîne, her dawî hedefgirtina seyrangehekê li navçeya Derkarê ya parêzgeha Zaxoyê ku di encamê de gelek sivîl bûn qurban.

Her wiha meclisê daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdestiya Sûriyê binpê kir û 3 fermandarên jin bi rêya balafireke bêmirov a biçek şehîd xist ku li şûna cîhanê şerê DAIŞ`ê kir, cîhan ji teror û tariyê xilas kir.

Meclisê destnîşan kir ku hedefgirtin, tohildana eşkere ye ji têkoşerên ku şerê DAIŞ`ê kirine.

Di dawiyê de meclisê soza berdewamkirina rêya şehîdan ji bo parastina destkeftiyên şoreşê, yekitiya axa Sûriyê da û teqezî bi serxwebûna biryara sûrî di diyarkirina pêşerojê de bi rêya diyaloga sûrî-sûrî dûrî mudaxeleyên derve kir.

ANHA