​​​​​​​Ji pêşiya baregeha Rûsyayê şêniyên kantona Kobanê bêdengiya Rûsya şermezar kir

Îro bi sedan şêniyên herêma Firat bi armanca şermezarkirina bêdengiya Rûsya li hember gef û êrişên dewleta Tirk a li ser pêşeng, welatî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber baregeha hêzên Rûs a li Sirînê çalakiyeke protestoyî li dar xist.

​​​​​​​Ji pêşiya baregeha Rûsyayê şêniyên kantona Kobanê bêdengiya Rûsya şermezar kir
​​​​​​​Ji pêşiya baregeha Rûsyayê şêniyên kantona Kobanê bêdengiya Rûsya şermezar kir
​​​​​​​Ji pêşiya baregeha Rûsyayê şêniyên kantona Kobanê bêdengiya Rûsya şermezar kir
​​​​​​​Ji pêşiya baregeha Rûsyayê şêniyên kantona Kobanê bêdengiya Rûsya şermezar kir
​​​​​​​Ji pêşiya baregeha Rûsyayê şêniyên kantona Kobanê bêdengiya Rûsya şermezar kir
​​​​​​​Ji pêşiya baregeha Rûsyayê şêniyên kantona Kobanê bêdengiya Rûsya şermezar kir
26 tîrmeh, 2022   14:56
KOBANÊ

Îro bi sedan endamên saziyên sivîl, şêniyên Herêma Firatê, li dijî gefxwarinên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şermezarkirina bêdengiya Rûsya ku yek ji dewletên garantor e, li ber baregeha hêzên Rûsyayê ya li navçeya Sirîn a Kobanê çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Di xwepêşandanê de çalakvanan bi berzkirina dirûşmên “Bimre îxanet”, “Terorîst Erdogan”, “Kujer Erdogan” hêrs û nerazîbûna xwe nîşan dan. Xwepêşanderan wêneyên her 3 jinên pêşeng ku 22’ê Tîrmeha 2022’an de di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn hilgirtin.

Her wiha li wir şandeyek ku ji Hevserokê Kantona Kobanê Mustefa Îto, Hevserokê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê  Mihemed Şahîn, Hevseroka Meclîsa Malbatê Şehîdan Eyşe Efendî û Hevseroka Encûmena Zagonsaz ya Herêma Firatê Fewziyê Ebdî li ser navê xwepêşanderan bi şandeyeke Rûsan re civiyan. Di civînê de rayedarên Rûs gotin ew ê hêrs û neqebûlkirina gel ya li dijî dagirkirina axa Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve bi rayedarên Rûsyayê re parve bikin da ku li ser bisekinin.

Xwepêşandan piştî hevdîtinê bi dawî bû.

ANHA