Rêxistinên jinan ên Başûrê Kurdistanê komkujiyên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Kampanyaya Yekrêzî ya Jinan a dijî Dagirkeriyê bang li hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê kir da ku helwesteke cidî beramberî komkujiyên dewleta Tirk nîşan bidin û gotin; “Tirkiye ji têkoşîna jinan ya li Rojavayê Kurdistanê ditirse, ji bo vê jî jinên têkoşer dike hedef, divê jinên Ereb, Kurd û hemû pêkhateyên din dijî dagirkeriyê rawestin.”

Rêxistinên jinan ên Başûrê Kurdistanê komkujiyên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
26 tîrmeh, 2022   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Silêmaniyê bi amadebûna komeke endamên “Kampanyaya Yekrêzî ya Jinan a Dijî Dagirkeriyê”, der barê komkujî û êrişên dewleta Tirk yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn.

Di daxuyaniya ji aliyê Kejal Ebdulqadir ve hatî xwendin de, ev tişt hatin gotin; “Dewleta Tirk dixwaze hemû Kurdistanê dagir bike, ji bo vê jî dixwaze destpêkê Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bike, ji ber ku her du parçe heya astekê xwerêveberiya Kurdan lê mîsoger e. Bi taybet Rojavayê Kurdistanê ku niha xwedî xwerêveberî ye û hemû pêkhateyên herêmê di nava rêveberiyê xwe de cihê xwe digrin.

Tirkiye li Herêma Kurdistanê bi navê bazirganî û dibistanan, xwedî baregehên leşkerî, sîxurî ne û dixwaze bi vê rêyê bigihe armanca xwe. Tirkiye li ser xelkê sivîl komkujiyan pêk tîne, komkujiya herî dawî jî ya Zaxoyê bû ku tê de geştiyar bûn hedef û bûn qurban.

Tirkiye ji têkoşîna jinan ya li Rojavayê Kurdistanê ditirse, ji bo vê jî jinên têkoşer dike hedef, hedefgirtina her 3 jinên dawî ên li Rojavayê Kurdistanê, isbata vê ye. Em bang li hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê dikin, li hember komkujiyên dewleta Tirk xwedî helwesteke cidî bin. Di heman demê de pêwîste hemû pêkhateyên Başûrê Kurdistanê jî xwedî helwest bin û dijî komkujî û dagirkeriyê bêdeng nemînin.

Divê jin ku yekem qurbanê sereke yên êrişan e, bêdeng nemînin. Ji ber li ku jin bên hedefgirtin, di heman demê de hemû jin tên hedefgirtin. Pêwîste jinên Kurd, Ereb û pêkhateyên din yên Iraq û Herêmê, bi hev re dijî dagirkeriyê rawestin.”