Parêzeran ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re serî li dozgeriyê da

Parêzeran ji bo hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzeran ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re serî li dozgeriyê da
26 tîrmeh, 2022   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî yên ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ne, ji bo hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan berdewam e û ji 25’ê Adara 2021’yan ve tu agahî jê nayên wergirtin.