Şêniyên Hesekê 2 şehîdên xwe oxir kirin

Şêniyên Hesekê cenazeyên du şervanên QSD’ê oxir kirin. Fermandarên QSD’ê tekez kirin ku berxwedana hêzên wan li eniyên şer li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û şopandina şaneyên DAIŞ’ê berdewam dikin.

Şêniyên Hesekê 2 şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Hesekê 2 şehîdên xwe oxir kirin
26 tîrmeh, 2022   10:56
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê merasîma oxirkirina 2 şervanên QSD’ê Hisên Îbrahîm Ebûş ku li Til Temirê şehîd bûbû û Mihemed Hekom El-Umêrî yê li rojhilatê Dêrazorê şehîd bûbû, organîze kir.

Di merasîmê de bi sedan welatiyên Hesekê, navçeyên wê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û hejmareke mezin a şervanên QSD’ê amade bûn.

Merasîmê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Selman Noho axivî û wiha got: "Gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di oxira parastina mirovahiyê de fedekariyên mezin dide û destkeftiyên xwe diparêze. Li kêlek wê jî şervanên QSD’ê li hember dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze herêmên din ên Sûriyê dagir bike, li ber xwe didin."

Noho bal kişand ser berdewamkirina têkoşîn, xebat, parastina herêmê û gihîştina Sûriyeke demokratîk û wiha domand: "Neviyên neviyên me dê ji bo jiyaneke azad li ber xwe bidin û em ê heta pêkanîna serkeftinê li ser xeta şehîdan bin."

Ji fermandarên QSD’ê jî Ebdulhemîd El-Setar wiha axivî: "Dê hêzên me yên leşkerî parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember artêşa Tirk a dagirker û şaneyên çeteyên DAIŞ’ê bidomînin û amade ne di oxira pêkanîna ewlehî û îstîqrara herêmê de canê xwe feda bikin."

El-Setar soz da welatî û malbatên şehîdan ku ew ê rizgarkirina herêmên dagirkirî yên Sûriyê û bilindkirina têkoşînê, tola şehîdan hilînin.

Piştî axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Mihemed Hekom El-Umêrî li Goristana Şehîd Dijwar hate oxirkirin, cenazeyê şehîd Hisên Îbrahîm Ebûş jî veguhastin Til Temirê û dê li goristana şehîdan a navçeyê bê veşartin.

(fr)

ANHA