QSD: Sîxurên ku fermandar Rênas Roj, Sosin Bîrhat û hevalên wan şehîd xistin, hatin girtin

QSD`ê ragihand ku şaneya sîxuran a bûye sedema şehîdxistina fermandar Rênas Roj, Sosin Bîrhat û hevrêyên wê di 19`ê Tebaxa 2021`an de li Qamişlo û Til Temirê, hatiye girtin.

QSD: Sîxurên ku fermandar Rênas Roj, Sosin Bîrhat û hevalên wan şehîd xistin, hatin girtin
26 tîrmeh, 2022   09:06
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Îro li ser malpera xwe ya fermî wiha got: “Piştî şopandinê, yekîneyên taybet ên QSD`ê şaneyeke sîxuran a ji mêrek û du jinan girt, ku di demên derbasbûyî de ji bo dagirkeriya Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîxurî dikirin.

Li gorî agahî û belgeyên di dema borî de hatine komkirin yên ku tawanbariya wan sîxuran piştrast dikin, her wiha piştî mikurhatinên wan di qonaxa destpêkê ya lêpirsînê de hate eşkerekirin ku wan agahî kom kirine û tevgerên endama Meclisa Leşkerî ya QSD`ê Sosin Bîrhat kom kirine û dane MÎT`a Tirk. Li ser wê yekê, fermandar Sosin Bîrhat, fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Egîd Girkê Legê û şervanê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Rûbar Hesekê û şervan Seyfullah Ehmed di êrişeke hewayî ya hov a dagirkeriya Tirk di 19`ê Tebaxa 2021`an de şehîd bûn. Her wiha endamê Meclisa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rênas Roj şehîd bû.

Sîxurên hatine girtin ev in: Y.E.S (mêr), E.E.S (jin) û R.H.H (jin).

Ew li xwe mikur hatin ku prespektîf û erk ji MÎT`ê girtine û dema hatine girtin amadekarî dikirin ku erkeke din a îstixbaratî pêk bînin û armancên din diyar bikin.

Li gorî belge û mikurhatinên sûcdaran, ew ji bo dadgehê hatin veguhestin da ku cezayê xwe bibînin.”

Hêjeyî bibîrxistinê ye ku Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 20`ê Tebaxa 2021`an de daxuyanî dabû û gotibû: “19`ê Tebaxê di saet 2:00`an piştî nîvro de, balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker erebeya fermandarê YPG`ê Rênas Roj hedef girt û ew şehîd bû. Heman rojê di saet 6:00`ê êvarê de dewleta Tirk a dagirker Navenda Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bombebaran kir. Di êrişa hov a dagirkeriya Tirk de endama Meclisa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û endama Meclisa Leşkerî ya QSD`ê Sosin Bîrhat û hevrê Egîd Girkê Legê, Rûbar Hesekê û Seyfullah Ehmed şehîd bûn û 3 şervanên me birîndar bûn.”

(cx)