Çeteyên Tirkiyê li Efrînê 2 welatî revandin

Çeteyên "Polîsên Sivîl" ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 2 welatî ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Çeteyên Tirkiyê li Efrînê 2 welatî revandin
26 tîrmeh, 2022   09:16
ŞEHBA

Têkildarî mijarê çavkaniyekî ji ajansa me re got çeteyên "Polîsên Sivîl" ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 2 welatî ji gundê Axcelê yê navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî revandin.

Li gorî heman çavkanî çeteyan Mihemed Xelîl Riyad (26) û Ebdo Mehmûd Derwîş (31) revandin, ber bi cihekî nediyar ve birin û hîna heta vê kêliyê çarenûsa wan ne diyar e.

(fr)

ANHA