​​​​​​​Heyeta leşkerî ya Iraqê çû Zaxoyê

Heyeteke Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê ji bo lêkolînkirina komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker di 20`ê Tîrmehê de pêk aniye, çû navçeya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê.

​​​​​​​Heyeta leşkerî ya Iraqê çû Zaxoyê
26 tîrmeh, 2022   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Medyayê ya Ewlekariyê ya Iraqê, Fermandariya Operasyonên Hevpar çûye Zaxoyê û cîgirê Fermandariya Operasyonên Hevpar ya Iraqê Ebdulemîr Şemerî, serokatî ji heyetê re kiriye.

Hate diyarkirin vê heyeta leşkerî çûye serdana Tûgaya Yekîneyên Parastina Sînor a li navçeya Batûfa ya Zaxoyê. Ev der li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê ye.

Derbarê armanca serdanê jî hate diyarkirin heyet ji bo lêkolîna komkujiya li Zaxoyê çûye herêmê.