Kombûna Jinan a Zenûbiya:  Parastina herêmê erkê hemû pêkhateyan e

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El-Îsa destnîşan kir ku berpirsyariya parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê erkê hemû pêkhateyan e û jin di nav de xwedî roleke sereke ne. Her wiha teqez kir ku ew li kêleka QSD`ê ne û eger pêwîst be ew ê çekê hilgirin û li hember gef û êrişên li ser herêmê bisekinin.

 Kombûna Jinan a Zenûbiya:  Parastina herêmê erkê hemû pêkhateyan e
26 tîrmeh, 2022   01:51
REQA – ALAA EL-ELÎ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6’ê Tîrmehê de ji bo rûbirûbûna gefên Tirkiyê, rewşa awarte li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandibû.

Der barê vê yekê de, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El-Îsa nerazîbûna xwe li ser hemû êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan da. Xûd El-Îsa diyar kir ku "Rêveberiya Xweser li dijî êrişên dagirkeriya Tirk rewşa awarte ragihandiye û em jî her êrişeke li ser herêmên xwe red dikin."

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser herêmê bi hiceta “têkoşîna li dijî terorê” dike. Her wiha îdiaya avakirina "herêmeke ewle" li ser sînorê Sûriyê dike ji bo vegerandina 1.5 milyon penaberên Sûriyê û bicihkirina wan li wê deverê. Her tişt nîşan dide ku dewleta Tirk a dagirker ji bo valakirina herêmê ji niştecihên wê yên resen, ji bo amadekariyên guhertina demografiya herêmê li gorî ajandayên xwe, tev digere.

Xûd El-Îsa li ser hicetên dewleta Tirk ên ji bo êrişkirina herêmê pirsî û got: "Dema ku DAIŞ'ê herêm dagir kir, dagirkeriya Tirk li ku bû? Çima êrişî wê nekir? Berovajî wê, piştgirî dida wê."

Xûd El-Îsa Teqez kir ku jin bi tevahî amade ne û balkişand ser pêwîstiya cihgirtina dayik, keç û şervanên jin di eniyên pêş de li hember dagirkeriya Tirk û got: “Em ê li kêleka şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bin da ku pêşî li her êrişeke li ser herêmê bigirin."

Xûd El-Îsa destnîşan kir ku berpirsyariya parastinê dikeve ser milê hemû jinên herêmê û got: "Em ê bi hemû hêza xwe li hember êrişên ku yekitî û ewlehiya herêmê hedef digirin, li ber xwe bidin."

Berdevka Meclisa Jinan a Reqayê Xûd El-Îsa her wiha got: "Em bi QSD`ê re ne ku hemû beşên civakê di nav xwe de dihewîne û ji bo rizgarkirina vê xakê bi hezaran şehîd dane. Em ê çekan hilgirin, da ku herêmên me neyên dagirkirin û herêmên me azad bimînin û em karibin di nava ewlehî û aramiyê de bijîn."

ANHA