Zêdan El-Asî: Divê qada hewyî ya herêmê bê girtin

Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî bang li Konseya Ewlehiyê ya NY kir ku li dijî balafirên dewleta Tirk, qada hewayî ya herêmê bigirin. Her wiha bêdengiya civata navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Zêdan El-Asî: Divê qada hewyî ya herêmê bê girtin
25 tîrmeh, 2022   23:43
REQA-EHMED ESAF

Dewleta Tirk a dagirker di demên dawî de bi balafirên bêmirov û topên hawn êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, bi wê re peymanên bi garantiya Rûsyayê hatine îmzekirin, bin pê dike. Li hember van sûcan jî Rûsya bê deng e.

Têkildarî mijarê hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî ji ajansê re axivî û got: "Gera balafirên bêmirov ên dewleta Tirk hîn jî dewam dike û piştî civîna li Tehranê hîn zêdetir herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne hedefgirtin."

Têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên navborî El-Asî anî ziman ku dewleta Tirk di civîna Tehranê de erêkirina li ser pêkanîna êrişan wernegirt, lewma balafirên bêmirov bi kar tîne û hewl dide ewlehiya herêmê û aramiya wê têk bibe.

El-Asî diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji van gef û êrişan ew e ku çeteyên DAIŞ`ê vejîne da ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişan pêk bînin û wiha dewam kir: "Piştî êrişên Tirkiyê tevgera şaneyên DAIŞ`ê zêde bû, nexasim li herêmên rojhilat."

'HERÊM DI REWŞEKE ŞER DE YE'

El-Asî destnîşan kir ku pirsgirêk li cem “hêzên garantor” in û wiha axivî: "Li ser medya li dijî operasyonên Tirkiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bi giştî ne, lê rê li pêşiya balafirên bêmirov û topên Tirkiyê nagirin. Madam çekên giran, sivik û balafiran bi kar tîne wê demê şer di nav me û dagirkeriya Tirk de heye."

El-Asî wiha domand: "Ev operasyon têne redkirin, lê di pratîkê de berovajî wê pêk tê û dewletên garantor tu helwestan nîşan nadin, tevî ku peyman di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de heye, lê dîsa jî Tirkiyê wê bin pê dike."

Der bare lihevkirinên QSD`ê û hêzên hikumeta Şamê de Zêdan El-Asî ev agahî parve kir: "Hikumeta Şamê hêzên xwe li ser eniyên bi dewleta Tirk re bi cih kirin û tu peyman derveyî ya 2019`an tune ye ku hêzên hikumeta Şamê li derveyî herêm, gund û xetên şer ên di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û artêşa Tirk û çeteyên wê de, bi cih bibin."

Zêdan El-Asî di dawiyê de bang li Konseya Ewlehiyê ya NY`yê kir ku balafirên bêmirov ên li dijî gelê Sûriyê têne bikaranîn, qedexe bike û qada hewayî ya herêmê li pêşiya gera balafiran bigire ji ber ku îstiqrara Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlihev kir.

(eh)

ANHA