ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-7-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-7-2022`YAN
25 tîrmeh, 2022   23:00

Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê panelek bi navnîşan Azadî di jiyanê de û serkeftin di şer de li hola Navenda Serdem a Çandê li Hesekê li dar dixe saet d i09:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê ji bo nîqaşkirina rewşa dawî ku herêm tê re derbas dibe, bi rûspiyên Hesekê re civîneke berfireh li dar dixe saet di 09:00`an de.(bi wêne û dîmen)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê 90 şehîdên ku di mehên Hezîran û Tîrmehê de di cih û demên cuda de şehîd bûne bi merasîmekê li Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê bi bîr tîne saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê tev li merasîma oxirkirina endamekî QSD`ê dibin ku li Goristana Şehîd Dijwar li dar dikeve saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya rewşa awarte ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, kadroyên tenduristiyê yên nexweşxaneya Avrîn û Heyva Sor a Kurd bi hemû derfetên xwe ketin seferberiyê û li hember êrişên dagirkeriya Tirk tedbîr girtin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî bang li Konseya Ewlehiyê ya NY kir ku li dijî balafirên dewleta Tirk, qada hewayî ya herêmê bigirin. Her wiha bêdengiya civata navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.(Bi Wêne Û Dîmen)

Nivîskar û siyasetmedarê sûrî Mihemed Îsa Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi zayîneke nû wesifand û diyar kir ku tecrubeya Rêveberiya Xweser a li ser rêgezên felsefeya ocalanî hatiye avakirin, deng vedaye, ket hişê mirovan wek ramanek ku roj bi rojê bawerî pê zêde dibe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Komînên bajarê Qamişlo li gorî rewşa awarte û di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de, komîteyên parastin, xizmetguzarî û tenduristiyê ava kirine. Endamên komîteyan û hevserokê komînekê dibêjin ku wan av û stargeh dabîn kirine û şêniyên taxan jî xwe li gorî rewşê amade dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolîner, akademîsyen û rojnamevanên iraqî daxwaz kirin ku komkijiya dewleta Tirk a dagirker li Zaxo pêk aniye, wiha bê hesab derbas nebe û diyar kirin ku ew sûcekî mezin e, her wiha helwesta Bexda û Hewlêrê ya li hember vê komkujiyê şermezar kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi rasthatina salvegera 6`an a Komkujiya Qamişlo ku DAIŞ`ê pêk aniye re, hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker metirsî hene ku komkujiyên hovantir li herêmê pêk werin. Hikmet Hebîb di vî çarçoveyê de, teqez kir ku ev armanca van êrişan qirkirina gelên herêmê ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El-Îsa destnîşan kir ku berpirsyariya parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê erkê hemû pêkhateyan e û jin di nav de xwedî roleke sereke ne. Her wiha teqez kir ku ew li kêleka QSD`ê ne û eger pêwîst be ew ê çekê hilgirin û li hember gef û êrişên li ser herêmê bisekinin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA